Zaroka ku şîş di serê wî re derbas bû hat rizgar kirin! Zaroka ku şîş di serê wî re derbas bû hat rizgar kirin!
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Zaroka ku şîş di serê wî re derbas bû hat rizgar kirin!

Rukiye Mistefa

BasNews - Li gor nûçeya Kansas City Star, Xavier Cunninghamê 10 salî li mala wan ya li Harrison ville de hefteya derbasbûyî di xaniyê xwe ya dar de dileyîst û rastî êrîşa moz an hat.

Zaroka 10 salî ji ber tirsê di darê de ket xwarê û şîşa li erdê di tasika serê wî de derbas bû. Şîş bê ku ziyanê bide çav, mejî, korduna spina û damarên girîng, di çavên wî re derbas bû û patika wî re derket û ev yek jî weke dereasayî ango mucîze hat dest girtin.

Zaroka ku ji aliyê dayîka xwe Gabrielle Mille bo nexwaşxanê hat rakirin, ji bo nexwaşxana Kansasê hat veguhestin û li wê derê ji aliyê pisporê mêjî yê binavê Koji Ebersole û tîma wî ve hat emeliyat kirin.

Pispor Ebersole diyar kir xelasiya zarok bûyereke dereasayî ye ku di milyonan de yek rastî vê tiştê tê.