BasNews - Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian di derbarê rewşa Idlibê de hişyarî da û got ku bordûmana li ser wî bajarî divê weke tawana şer bê dîtin.
Di derbarê rewşa bajarê Idlibê ku niha Artêşa Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê amadekariyên operasyoneke berfireh bo rizgarkirina wî bajarî dike, hişyariyek jî ji Fransayê hat. Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian diyar kir ku bordûmana li ser wî bajarî divê weke tawana şer bê hesibandin.
Sererkanê Fransayê François Lecointre di derbarê rewşa wî bajarî de daxuyaniyên girîng dan û got ku eger çekên kimyewî bên bikaranîn ew amade ne êrişî Sûriyê bikin.
François Lecointre li ser operasyonên HSDê ên li dijî DAIŞê jî got ku heta dawiya meha bê herêmên dawîn jî dê ji destê DAIŞê werin derxistin.