BasNews - Hunermendê Kurd Cem Şivan Ergul li festîvala gîtarê ya li Îtalyayê bû yekem.
Li Îtalyayê di 3-4ê Îlonê 7. Festîvala Navdewletî ya Gîtarîstên Cîwan a Alirio Diaz pêk hat. Di vê festîvalê de gîtarîstê Kurd Cem Şivan Ergul weke gîtarîstê herî serkeftî hat hilbijartin û di pêşbirkê de bû yekem.
Cem Şivan Ergul di kategoriya C de bû yekem û bi vî awayî ji meha Nîsanê heta niha di warên wêje, sînema, çapemenî, mûzîk û hunerê de Kurdan 11 xelat wergirtin.
Ergul di festîvalê de berhemên “Prelude”, “Presto”, “Gigue” yên Johann Sebastian Bach, berhema “Fandango” ya Joaquin Rodrigo û “Venezuelan Vals 2” ya “Venezuelan Vals 2” îcra kirin.
Gîtarîstê Kurd Cem Şivan Ergul di 4. Festîvala Gîtara Klasîk a li Stenbolê ku sala par hatibû lidarxistin, bûbû yekem.
Herwiha 2015an jî li festîvala navdewletî ya li Romayê jî di kategoriya xwe de bûbû sêyem gîtarîstê serkeftî.
Cem Şivan Ergul li gundê Doluca yê bajarê Batman ê Bakûrê Kurdistanê ji dayik bûye û ji temenê xwe yê biçûk ve bi karê muzîk û gîtarê mijûl e.