Di malekê de 3 hezar dûpişk hatin bidestxistin Di malekê de 3 hezar dûpişk hatin bidestxistin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Di malekê de 3 hezar dûpişk hatin bidestxistin

BasNews - Li bajarê Meşhed ê Îranê di malekê de nêzî 3 hezar dûpişk hatin girtin.

Berpirsê Parastina Hawirdorê yê Eyaleta Rezevî ya Xorasanê Ebûlfazl Şabanî ragihand ku li bajarê Meşhedê li ser îxbarekê hêzên asayîşê bi ser malekê de girtine.

Hat ragihandin ku di encama wê oerasyonê de di wê malê de nêzî 3 hezar dûpişk hatine bidestxistin. Hat diyarkirin ku operasyon piştî şopandina heftiyekê pêk hatiye û hatiye zanîn ku wî kesê ew dûpişk di mala wî de hatine girtin destûr ji dezgehên pêwîst wernegirtiye.

Hat diyarkirin ku meha borî jî di malekê de 12 hezar dûpişk hatine bidestxistin. Hat diyarkirin ku grameke jehra dûpişkê di navbera 8-10 hezar dolaran de tê firotin.

Şabanî diyar kir ku xwedikîrina dûpişkan di nav taxê de metirsiyê pêk tîne.