Rukiye Mistefa
BasNews - Yek ji cîhên ku herî zêde ji herkesî re jin û zilaman re dibe xem herêma bernavik ango zikê biçûke. Ji ber ku bernavik û derdora piştê ji depo kirina rûn re misaîde. Ji ber wê jî rûnên di wê herêmê de helandin dibe pirsgirêk.
Lewma pênase yan jî terîfa ku di vê nûçeyê de heyî wê ji bo we bibe alîkariyeke mezin.
Rûnên di herêma bernavik û dora piştê de helandin heta bixwazî zehmete. Ev derên laş ji bo rûn girtinê pir misaîdin.
Hun dervey hindekariyan bi pênaseyeke vexwarina bê amade kirin ve avêtina peçivînê dikarin runên li dora bernavikê bihelînin. Ger hûn li gel hindekariyan vê têkeliyê biceribînin wê di helandina rûnên bernavikê de zêdetir bi bandor be.
Naha jî pênaseya ku wê 24 demjimêran de we ji perçivîna li bernavikê de rizgar bike.
2 Lître av
1 lîmon
1 Xiyar
2 kevçîyên zencefîla rende kirî
10 heb pelên pungê
Çawa tê amade kirin
Destpêkê 10 heb pelên pungê di nava nîv lître avê de bikelînin û 5 hûrdeman ji demê re bihêlin.
Piştî wê ji qalikê lîmonê hindekî rende bikin û lîmonê jî bigivişin. Ava lîmonê û qalikê wê yê rende kirî ji ava hatî demkirin ya pungê zêde bikin.
Xiyarekê jî piştî we sipî kir bi pelixînin û li wê têkeliyê zêde bikin. Piştî ku we ava mayî û zencefîla rendekirî jî tev da êdî têkeliya we amade dibe.
Têkeliya ku hun amade bikin dinava rojê de şûna avê dikarin vexun û di heman demê de di navbera xwarinan de jî hun dikarin bikar bînin.
Her xwarinekî ku dinava pênaseya têkeliya helandina runên di dora bernavikê de ye, dinava xwarinên detoks de cîh digre.
Lê bes ji bo ku tu bandoreke neyînî nede nîşandan hun dikarin serî li pisporekî jî bidin.