BasNews - Li bajarê Isparta ya Tirkiyê tîmeke futbolê 18 futbolîstên xwe firotin û 10 bizin kirin.
Tîma futbolê ya bi navê Gulspor ya bajarê Isparta ya Tirkiyê 18 futbolîstên xwe ku di wê tîmê de destbi futbolê kiribûn û perwerde dîtibûn, firotin û bi pareyê ji firotina wan futbolîstan hatiye bidestxistin ku 15 hezar lîreyê tirkî bû, 10 bizin kirîn. Berpirsên wê tîmê ragihandin ku ew ê wan bizinan xwedî bikin û dahata ji wan tê bidestxistin dê ji bo lêçûnên wê tîmê bên xerckirin.
Tîma Gulspor sala 1954an hat damezrandin û ji tîmên qedîm yên Ispartayê ye. Ev 9 sal in li şûna lîga amator, li koma U ku tîmên ciwan tê de têdikoşin de cih digire. Gulspor bi vî awayî futbolîstan perwerde dike û dide tîmên din.
Gulsporê ku 150 futbolîstên wê hene, 18 futbolîstên xwe li hember 15 hezar lîreyan firot tîmên din û bi wî pareyî 10 bizin kirîn.
Serokê Gulsporê Kenan Buyukleblebî ku ev 16 sal in serokatiya wê tîmê dike, ragihand ku armanca wan ew e bibin tîmeke ku futbolîstan ji tîmên din ên profesyonel re peyda dike.
Serokê wê tîmê di derbarê kirîna bizinan de jî got ku ew ê wan bizinan xwedî bikin û got, “Ev bizinên xumalî ne. Mirov dikare him ji şîrê wan û him jî ji goştê wan sûd wergire. Bizinek salane 600 lître şîr dide, kîloya şîr bi 4 lîreyan e. Jibilî mesrefa lê tê kirin, em li bendê ne 4-5 hezar lîre kar bê bidestxistin. Dê hejmara bizinan jî zêde bibe. Di dawiya 6 salan de em li bendê ne 140 bizinên tîma me hebin. Hemû dahata ji bizinan tê wergirtin dê ji bo pêdawîstiyên tîma me bên xerckirin.”