Şev dilorîne, ji dilê te yî diêşi û bi tena serê xwe ye. Şev dilê xwe vedike ji wî dilê te yî herkesî deriyê dilê xwe li serçavan de girt.
Perdê dikişîne ser wê dinya rohnî û rengo mengo ya tu tehmûl nakî herkes bi ken û kêf lê seyran û govendê dikin. Lê biner! Weke te dixwest, bi wî rengê bi dilê te, direngîne her deverê. Bi rengê xwe yê resen, xweş, reş.. Reşahî..
Çirçirk begê camêr bo tenêtiya te rahiştiye mîkrofonê û derketiye ser dikê. Bo te ye îşev hemû kilam û stran. Repertûvara xwe ya fireh de stanên herî dilşewtîner neqandiye. Li ser dik e û bo efektên şewqê stêrkên birqonek hatine wazîfedarkirin. Ambiyans deh nimre ye.
Şev, deqê dilsoza ye. Bend û têkiliyên di navbeyna te û şevê de her ku ber bi derengiyê de dihere, weke şeraba suryaniya, tîrtir û xurttir dibe. Tu kincên xwe yî hemû tabûya ji xwe dikî, bêprensîb î. Şilfî tazî yî êdî.
Şev dibe guhdarvanê sirê te, ew dibe şahidê sondên te, tu hêvî û planê xwe ji şeva dilfireh re rave dikî dirêj dirêj.. Ew te di hêlekana dilê xwe de hêl dike, bi lorînê te dixe xew. Radestî destê sibê dike bi ewlehî.
Tu, ango şevperestê/o, bi xêr hatî nav koma me. Koma me; koma şevperestan! Bijî koma şevperestan!