BasNews - Li Endonezyayê hejmara qurbaniyên erdehja ku roja Yekşmê pêk hatibû zêde dibe. Heta niha 387 kesan canê xwe ji dest dan.
Berdevkê Aajsan Afedê ya Endonezya Sutopo Purwo Nugroho di derbarê hejmara qurbaniyên erdheja ku roja Yekşemê li girava Lombok a Endonezyayê bi pileya 7 pêk hatibû, daxuyaniyek da.
Sutopo Purwo Nugroho ragihand ku zêdetirî 387 kes ji bo deverên ewle hatine veguhastin û diyar kir ku 387 kesan jî canê xwe ji dest dane û wiha pê de çû, “Zêdetirî 14 hezar birîndar hene, li seranserê welat 67 hezar û 875 xanî, 468 dibistan, 15 mizgeft, 3 nexweşxane, 10 klinîk û 20 ofîs hilweşiyane.”
Sutopo Purwo Nugroho ragihand ku xebatên rizgarkirinê dewam dikin û got ku dibe di bin avahiyên hilweşiyayî de term hebin û hejmara miriyan zêde bibe.”