Tu qutiya reş î Îdlîb. Raz û sirên ezîm di te de veşartîne. Ava te sar, sînorê te bi bi agir pizotê hatiye nexşandin. Te pala xwe daye Tirkiyê, berê xwe jî Şamê lêlê Îdlîbê!
Bi hezaran cîhadperest, teror, welathez, dij-Esad, nas û xerîb, dizê mirîşka û leşkerê bi pera te di xwe de bi cih kir. Nan û ava wê pir lê Îdlîbê!
Tu rowanşa cengeke kirêt û heta tu jê têr vexwî bi xwîn û xwurêz î. Mifta vê cengê di bin lingê te de ye weyla Îdlîbê!
Tu kelheke dawîn î. Yên xwe spartine te hemû têkçûyînê berê ne. Tu yê fêm bikî di nêz de ji xwe Îdlîba belek! Ji têkçûyîya serkeftin çênabe heyran ma bi pera ye! Na, naxêr Îdlîba reben, bi pera îş nare serî.
Bi navê Xwedê dikim ku ev dera dê bi awayekî pir xerab li binguhê hev bikeve ku hew Xwedê pê dizane bê ka wê toz û dûxan jê biçe. Tu xwedî li jin û zaroya derkevî haa!
Ka guhê bide vê hêlê hela Îdlîbê weyla tu kerr bibayê! Sewta te sar bibayê weylik! Îcar wer tu nizanî kîjan alî!? Qiyamê xwe! Şêniyên wî bajarê li jor te. Tê bîra te weke çêlikên gura belawela bûbûn. Biner! Biner! Ji dûr de tê weke dengê birûskê digurgure! Şşş! Guhdar bike hela: 'Îdlîb Ho Îdlîb Bibihîze Dengê Me!'