Maran pirtûkxaneyek dagir kirin! Maran pirtûkxaneyek dagir kirin!
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Maran pirtûkxaneyek dagir kirin!

BasNews - Li Washingtona paytexta Amerîkayê maran pirtûkxaneyek dagir kirin.

Li gor agahiyên di çapemeniya herêmî de li Washingtonê di pirtûkxaneya Georgetown de hejmareke maran hat dîtin.

Hat diyarkirin pêşiyê xebatkarê wê kitêpxanê marak dît lê ew mar derxist û berda daristanê. Lêbelê hat ragihandin ku piştî wê yekê gelek marên din jî hatin dîtin û herî dawî berpirsên pirtûkxanê bi kompaniyeke dermankirinê re li hev kir û ew pirtûkxane 2 rojan di bin karantînayê de ma.

Hat ragihandin ku piştî 2 rojan tenê marek di pirtûkxaneyê de mirî hatiye dîtin.

Berpirsên pirtûkxanê diyar kirin ku berî niha bûyereke wiha rû nedaye.

Li wê herêmê van heyamên dawîn baraneke zêde bariya û tê gotin ji ber vê yekê di gelek mal û kargehan de mar hatine dîtin.