Rukiye Mistefa
BasNews - Veronica Cominguez ya 14 salî, bi cêvîka xwe ya parazîtî ku bi laşê wê ve bû ji dayîk bû. Her çend cêvîka wê bi awayekî pêşketî nehat jî lê Veronica bi awayekî tendurust mezin bû.
Keça 14 salî ya ku li bajarê IIigan yê Fîlîpînê jiyan dike, gundiyên wê ji bo derman kirina wê pereyan kom dikin. Eger Veronica bi qasî pêwîst pera bikaribe kom bike wê ji bo emelyatê biçe Taylandê. Keça biçûk a ku dibêje her çend ez mezin dibim organên bi laşê min ve jî mezin dibin, diyar dike êdî ev rewş ji bo wê hatiye astekî ku nikare tehemul bike.
Veronica ji ber şilahiya ku ji navika wê hertim derdikeve neçare hertim bi cilên şil bigere. Bêhndana xirab ya wê avê keça 14 salî li dibistanê û li gel hevalên wê zehmetiyan jêre dide ava kirin.
Li gor bijîşkê Veronica, organên zêde bi awayekî rihet derxistina wan gengaze. Her waha tê bendewar kirin ku Veronica di heftiya li pêşiya me de ji bo emelyatê biçe Taylendê.
Bijîşk tînin ziman ku wê keça 14 salî di demeke kêm de bi awayekî asayî û tendurust derbasî jiyanê bibe.