Li Mûşê hirçekê êrişî kesên çûne seyranê kir Li Mûşê hirçekê êrişî kesên çûne seyranê kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Mûşê hirçekê êrişî kesên çûne seyranê kir

BasNews - Li Mûşê hirçekê êrişî kesên ku çûbûn seyranê kir û di encamê de kesek birîndar bû.

Li navçeya Gimgim a Mûşê 2 hevalên hev derketin seyranê, lê li wê zozana ku dikeve navbera Gimgim û Çewligê rastî êrişa hirçekê hatin.

Di encama êrişa hirçê de kesê bi navê Mehmet Koçhan birîndar bû û hevalê wî yê bi navê Elî ew rakir bo nexweşxaneyê.

Koçhan ku ji gelek cihên xwe birîndar bû di derbarê êrişa hirçê de wiha got, “Dem aku em li seyranê bûn, ji nişka ve hirç derket pêşberî me û êrişî min kir. Di encamê de ez ketim nav avekê. Hevalê min hewl da ku hirçê ji min dur bixe lê nekarî. Ez bawer nakim ku dijîm. Heywaneke gelek bihêz bû, ez bi derbeyekê bi metreyan dûr avêtim. Niha şikûr ku baş im.”