Dermanê ku dibe sedem beden şaneyên bi penceşêr bixwe hat hilberandin! Dermanê ku dibe sedem beden şaneyên bi penceşêr bixwe hat hilberandin!
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Dermanê ku dibe sedem beden şaneyên bi penceşêr bixwe hat hilberandin!

Rukiye Mistefa

BasNews - Mirovên zanistê dermanekî taybet ku bikaribe şaneyên bi penceşêr yên di bedenê de bixwe û tine bike hilberandin.

Derman şaneyên xwînê yên sipî ku histiyosit tê binav kirin çalak bûna wê zêde dike. Sistema bexşandinê, histiyositi, ji bo şaneyên biyanî û dagirker yên ku neyên xwestin xwarin û tune kirinê tê bikar anîn.

Kovara Tibê Nature Biodemical Engineering ragehand derman li ser mişkan hatiye ceribandin, dermankirina bi vî rengî li hember sîng û gireba ango timur ê bandoreke mezin daye nîşandan.

Mirovên zanistê yên Amerîkî ku ev derman hilberandine diyar kirin ku wê piştî çend salan dermankirinê li ser mirovan ceribandinê jî dest pê bikin.

Tê zanîn ku histiyosit di halê hazir de li hember enfeksiyonan û bakteriyan tekoşîn kirinê de bi bandore. Lewra histiyosit “dagirkerên biyanî” nas dike û dikare êrîşê van bike. Lê bes histiyosit di tekoşîna bi penceşêrê de pir bi bandor nîne ji ber ku gireba di nava şaneyên me bi xwe de dizên û di êrîşên bexşandinan de ji bo xwe veşartinê xwedî mekanîzmeyeke pir jêhatî ne.