Wezareta Tenduristiyê rênmayê xweparastin ji Taya Xwînberbûn ragehand Wezareta Tenduristiyê rênmayê xweparastin ji Taya Xwînberbûn ragehand
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Wezareta Tenduristiyê rênmayê xweparastin ji Taya Xwînberbûn ragehand

BasNews- Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr.Xalis Qadir rêmanyên xweparastinê ji taya xwînberbûnê ragehand ku, amaje bi wê yekê dike ku, metirsî ji veguheztina nexweşiyê ji mirovekî heta miroveke din heye.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr.Xalis Qadir ji BasNewsê re ragehand ku, taya xwînberbûn nexweşiyeke di rêya ajelan vedguheze mirovan, nexweî bi rêya henasê û têkiliyê nayê veguheztin.

Dr.Xalis Qadir da zanîn ku, heta niha haletek guman lê heye li Hewlêrê û hemû rêyên pêwîst bo neveguheztina wê standine.Aşkere kir ku, Wezareta Tenduristiyê civîn li gel vêterener dike daku, hemû cihê ajel tê de xewdikin derman bireşînin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr.Xalis Qadir ji BasNewsê re amaje bi wê yekê kir ku, berî çar mehan haleteke din a nexweşiyê li Herêma Kurdistanê hebû û jiyana xwe ji dest da, piştî hat kontirol kirin, niha jî haleteke din guman ser heye û hemû rêmanyan werdigrin.