Sûdên çaya rîşikên garis ji bo tendurustiye Sûdên çaya rîşikên garis ji bo tendurustiye
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Sûdên çaya rîşikên garis ji bo tendurustiye

Rukiye Mistefa

BasNews - Sûdên çaya rîşikên garisan yên ku ji aliyê xwecîhiyên Amerîka û Çîniyan ve li hember nexwaşiyên cuda cuda yên weke diyabet ango nexwaşiyên şekir tê bikar anîn, mirov her çiqas bihejmêre xilas nabin.

Di çaya rîşikên garisan de tameke gelek xweş û vîtamîn, dije-oksidan û naverokeke mineral heye. Hûn dixwazin ji bo nexwaşiyekê tenê bikar bînin, hûn dixwazin ji bo gîştî nexwaşiyên xwe bikar bînin wê çaya rîşikê garisan ji bo hemû derdên we derman be.

Naha jî sûdên çaya rîşikên gerisan û bikar anîna wê...

Çaya rîşikên garis dinava xwe de rêjeyeke mezin vîtamîna C hildigre. Vîtamîna C pêşî li nexwaşiyên dil û pêşveçûna radikalên serbes yên bi ziyane di bedenê de digre.

Herwaha ji bo ku her perçeya laşî bi rengekî baş bi şuxilin nîzama gerîna xwînê ya pêwîst pêş dixe.

Çaya rîşikê garis ji bo kesên ku zexta wan bilinde tişta herî başe.

Asta însûlan ya di laş de zêde dike û astên şekirên xwînê kêm dike.

Di xewê de bin xwe şil kirin hem di zarokan de hem jî di mezinan de tişteke ku tê dîtin. Pispor pêşnîyar dikin kesên ku pirsgirêka wan ya bin xwe şil kirinê heye berî ku birazên piyalek çaya rîşikên garis vexun. Hûn dikarin bi vexwarina çaya rîşikên garis êşa ku di dema derketina îdrarê de jiyan dikin, enfeksiyona îdrarê, îltihaba di rêya îdrarê de, pirsgirêkên gurçikan yên weke kevirên gurçikan derman bikin.

Ev çay hezimkirinê hêsan dike û ji bo derman kirina pirsgirêkên hezmê dibe alîkar.

Çaya hevrîşim ya garisê zerdava ango safra ya ku ji aliyê kezeba reş hişyar dike û dihêle ku xwarin vexwarinê guncav bên helandin û hezim kirin.

Çaya rîşikên garisê dikare nerihetiyên weke gerek, qalikên ku di çerim de derdikevin( Nîşaneya nexwaşiyên mîna Kînor, pirzik û herwekî din) derman bike.

Çaya rîşikên garisê çawa tê amade kirin?

Gava yekem: Kevçiyekê xwarinê rîşikê garis dinava piyaleyek av de bikelînin.

Gava duyem: Piştî ku keliya heta 15 û 20 xulekan bihêlin ku dema xwe bigre.

Gava sêyem: Dema ku hate asta vexwarinê ger hûn bixwazin şirîn bikin dikarin yek kevçikê şekir hingivîn lê zêde bikin.

Gava çarem: Çaya ku ber bimîne hûn dikarin 2 heta 3 rojan di sarincê de ragirin.

Pispor ji bo mezinan rojê 2 heta 3 caran vexwarina çaya rîşikê garis pêşniyar dikin. Ji bo zarokan ev pîvan rojê yek piyaleye.

Eger hûn vê çayê ji bo çi nerihetiyekî bixwazin bikarbînin, ji bo ku hûn bizanibin wê dermanên ku hûn bikar bînin re hevbandoriyekî ava neke, bi pisporekîre bişêwirin.