Herman Xalîd
BasNews – Saziyeke pîşesaziya Lubnanê yekem otomobila welatê xwe berhem anî û nimayîş kir.
Otomobîla leşkerî ya bi navê FREM, ji aliyê saziya FREM a pîşesazî ve hate çêkirin û duh 19.06.2018ê li qada zankoya Ruhil Quds hate pêşandan.
Di pêşangehê de ku serokwezîrê Lubnanê Seîd Herîrî û fermandarê artêşa Lubnanê Îmad Jozef jî amadebûn, hêza wê otomobîla leşkerî hate ceribandin û pêşandan.