Qaymeqamê Hewlêrê: 2 kes hatin desteser kirin û gelek cihî jî hatin girtin Qaymeqamê Hewlêrê: 2 kes hatin desteser kirin û gelek cihî jî hatin girtin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Qaymeqamê Hewlêrê: 2 kes hatin desteser kirin û gelek cihî jî hatin girtin

BasNews- Qaymeqamê qeza navendî ya Hewlêrê ragehand ku, tevî girtina çend kesekî û girtina çendîn cih, heta niha me nekariye rê li ber firoştina goşt li ser cadeyan bigrin.

Qaymeqamê qeza navendî ya Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ji BasNewsê re ragehand ku, komîteyên me di hewlên xwe yên bo kontirolkirina nirxê kelûpelan de û rêkgirtin ji karê neyasayî re berdewam in.Da zanîn ku, bernameya wê komîteyê jî dê rojên cejnê jî berdewam bin.

Derbarê firoştina goşt li ser cadeyan Qaymeqamê qeza navendî ya Hewlêrê aşkere kir ku, tevî girtina çend kesekî û girtina çendîn cih, heta niha me nekariye rê li ber firoştina goşt li ser cadeyan bigrin.Amaje bi girtina 2 kesan jî kir.