Rukiye Mistefa
BasNews - Vîrûsa Nipah ku di Cîhanê de dinava vîrûsên herî kujer de tê dîtin, li Hîndistanê derket holê.
Li gor nûçeya AFP ê, virûsa nipah ku sala 1999 li Malezya bi jiyan kirina şewba herî mezin dinava vîrûzên herî bi tirs yên Cîhanê de Cîh girtibû, heta naha li Hîndistanê bû sedema mirina 5 kesan, 90 kesjî di bin karantînayê de tên girtin.
Çekên biyolojîk yên ku metabolizma mirov bandor dike û xwe nîşan dide, bi rengê şewbê belav dike, rê li ber mirina sedan, hezaran û heta bi milyonan mirovan vedike, îro ji yek navnîşanên herî metirsîdar Hîndistane.
Li parêzgeha Kerala ya Hîndistanê ji ber şewba vîrûsa Nipah herîkêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û ji 90 kesî zêdetir jî ji ber nexwaşiyê di bin karantînayê de ne.
Vîrûsa Nipah dinava popûsasyonan de vîrûseke kujere ku bi awayekî lez belav dibe û ji şewbên destpêkê dinava sedî 40 û 75 xwedî rêjeya mirinê ye.
Vîrûsa Nîpah çiye?
Di hin mirovan de vîrusa nipah nîşaneyên xwe nade derve. Ya ku vêna pêk tîne heraret û ser êş, êşa qirikê û bi nîşaneyên weke êşa di hestiyan re dibe ku nexwaşiyeke dişibe persîvê pêş bixe.
Piştre dikare nîşaneyên guhertinên bîrkirinê, westandin û ser gêjiyê di xwe de hildigire. Ev vîrûs di şaneyên pişik û mejî de perçivînê ava dike û kujere ango dikuje.
Yên ku jê rizgar dibin jî di wan de xisara hertimî a mejî çê dibe. Vîrûsa nipah li Malazya di herêma Nipah de bi şewbekî dest pê kiriye.
Her wisa ev vîrûse weke çeka biyolojîk jî tê gotin ku dikare bê bikaranîn. Hatiye ragehandin ku di xurme û di berhemên weke şurûba ku ji xurma tên çêkirin de îhtimala belavbûna vîrûsa nipah heye. Hatiye diyar kirin ku ev vîrûs bi rêka şevşevokên fêkiyan derbasî xurman bûye. Cihên ku herî zêde têde diyra bûne: Singapûr, Malezya, Hîndistan û Bengladeş e.
Li gor amarên rêxistina tendurustiyê ya Cîhanê hat ragehandin, vîrusa nipah bi çareser kirina dermanan ne pêkane, tenê divê di nexwaşxanande hindek pêşî lê girtinên parastinê girtin û li hember mîkrobê derman kirina lez û heraret û nexwaşiya tund qismekî di nexwaşxananda kêm kirin bê pêk anîn û diyar dike ku heta naha pêkan nebûye ku nexwaş ji mirinê rizgar bibin. Û dîsa ji bo nexwaşiya WHO derzî tên pêş xistin.
Vîrusa nipah li herêma Nipah ya Malezya bi şewbekê pêş ketiye. Her waha derbarê vîrusê de gutinên dibe ku ev vîrûs çeka biyolojîk be jî tên kirin. Li asyaya başûr rojhilat mirina 300 kesan ya ji ber şewbê vîrûsa nipah pêk hatiye hate raport kirin.