We qet di ava sirkê de lingên xwe hiştine? We qet di ava sirkê de lingên xwe hiştine?
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

We qet di ava sirkê de lingên xwe hiştine?

Rukiye Mistefa

BasNews - Eger di lingê we de hem ji bo tendurustiya we hem jî di dîtina estetîkê de qusûrek hebe, êdî nekin xem. Ji bo tendurustiya lingên we sûdên ava sirkê wê pirsgirêkên we çareser bike.

Yek ji pirsgirêkên herî mezin ku metirsiyê ji tendurustiya lingan re ava dike mantare ango nexwaşiya çermê lingan e. Hûn dikarin bi saya madeyên asîdê yên dinava sirkê de heyî ji wê nexwaşiya mantar û zerbûnên ku dibin sedema mantarê rizgar bibin.

Eger hûn dixwazin bibin xwedî çermekî bi tendurust ava sirkê bikar bînin. Ava bi sirke şaneyên mirî diparzûne û tûne dike.

Balûk yek ji pirskirêkên serekîne ku estetîka ling xirab dike. Pirsgirêka balûka ku ji faktorên cuda cuda tê ava kirin, ji bo ku pêşî lê bê girtin, pembû bi ava bi sirke şil bikin û li cihê ku balûk lê heyî bidin.

Di derman kirina bizmareyan de ya ku ji ber hilbijartina pêlavan de derdikeve holê de têkeliya sirka sêvê dinava berhemên bi bandor de rêza yekem de cîh digre.

Hûn dikarin lingên xwe dinava têkeliya sirka sêvê û ava sar û gerim de herî kêm 20 hûrdeman bihêlin yan jî dikarin pembû di sirka sêvê de şil bikin û li ser bizmareyê bi xwe daynin û dest bi derman kirinê bikin.

Bêhna lingan ku yek ji pirsgirêkane ku ji xwîdana zêde, bi kar anîna pêlavên şaş û her wekî din derdikeve holê, hûn bi ava bi sirke dikarin pêşî lê bigrin. Hûn dinava têkeliya ava sirkê de rûnê bi bêhn zêde bikin û bandoreke derbas kirina bêhnê ava bikin.

Eger di lingên we de ji ber sedemên cuda pirsgirêka xurînê hebe çareseriya herî baş têkeliya sirka sêvêye. Hûn dikarin lingên xwe bi qasî 20 hûrdeman dinava têkeliya sirka sêvê û avê de bihêlin û ji vê pirsgirêkê rizgar bibin.