Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber kûmikên jehrî 8 kesan canê xwe ji dest dan Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber kûmikên jehrî 8 kesan canê xwe ji dest dan
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber kûmikên jehrî 8 kesan canê xwe ji dest dan

BasNews - Li Rojhilata Kurdistanê ji ber xwarina kûmikên jehrî 8 kesan canê xwe jidest dan e û nêzîkî 500 kesên din jî bi jehrî ketin e û jibo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Berdevkê Rêxistina Hawarçûna Îranê ragihand ku li parêzgehên Wirmê, Sine, Kirmaşan û Loristanê nêzîkî 500 kes jiber xwarina kûmikan bi jehrî ketin e. Ji wê hejmarê 8 kesan canê xwe ji dest dan e û rewşa 47 kesên din jî, di metirsiyê de ye.

5 kes ji miriyan, û 223ê kesên jibo nexweşxaneyan hatine veguhestin xelkê parêzgeha Kirmaşan in û hejmareke ji wan kesan cergê wan bi temamî jinavçû ye.

Di demên borî de û jiber şepêleke baran barînê li piraniya navçeyên Rojhilata Kurdistanê kûmikek jehrî bi navê Amolîna derketiye û xwarina wan kûmikan jiyana welatiyan dixe metirsiyê de.