Berdevkê wezareta tenduristiyê: Bûyera li ser tê gotin nexwaşiya ‘ebola’ ye nexwaşiyek din e! Berdevkê wezareta tenduristiyê: Bûyera li ser tê gotin nexwaşiya ‘ebola’ ye nexwaşiyek din e!
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Berdevkê wezareta tenduristiyê: Bûyera li ser tê gotin nexwaşiya ‘ebola’ ye nexwaşiyek din e!

BasNews – Berdevkê wezareta tenduristiyê ji BasNewsê re derbarê tomar kirina rewşa nexwaşiyek ku li parêzgeha Hewlêrê hat jiyan kirin de aşkera kir û got, ew nexwaşî ti peyvendiya xwe bi nexwaşiya Ebola ve tineye.

Berdevkê wezareta tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê Dr. Xalis Qadir ji BasNewsê re ragehand: ‘’Nexwaşiya Ebola ne li herêma Kurdistanê, ne jî li Iraqê tineye. Ew gotegotên ku hatin belav kirin jî ne rast in.’’

Herwaha ragehand: ‘’Li sînorê parêzgeha Hewlêrê rewşeke nexwaşiya vîrusa Kongo hebûye, ku di jineke xwe dî pez û sewal de derket, naha li wezareta tenduristiye bi hemahengiya aliyên peyvendîdar ve kontrol kiriye.’’

Dr. Xalis Qadir got, ew nexwaşiya vîrusa Ebola cuda ye, ji ber ew nexweşî bi geneyên sewal ve derbasî mirov dibe, nîşaneya wê ew e hema bilez belav nabe û kesê wê nexwaşiyê digre ta digre.

Dr. Xalis Qadir got: ‘’Em xelkê herêma Kurdistanê piştrast dikin ku ti metirsiyek waha tineye.’’

Berî naha jî Rêveberê giştî yê tenduristiya Hewlêrê Dr. Saman Berzincî ji BasNewsê re ragehand û gotegota nexwaşiya Ebola li bajarê Hewlêrê red kir.