Bi zikê birçî xwarina sêvê sûdên çawa ji bo tendurustiya we tîne hûn dizanin? Bi zikê birçî xwarina sêvê sûdên çawa ji bo tendurustiya we tîne hûn dizanin?
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Bi zikê birçî xwarina sêvê sûdên çawa ji bo tendurustiya we tîne hûn dizanin?

Rukiye Mistefa

BasNews - Sêva kesk ku yek ji fêkiyên herî girînge û diheman demênde ji bo tendurustiya laşê me jî çend sûdên wê yên taybet hene, em bi hevre binêrin ka ev sûdên girîng çine.

Sêveke kesk ku xwedî 80 kalori ye, ji ber ku di nava xwe de rêjeyeke zêde Karbonhidrat û amino asit hildigre weke fêkiyeke ku heta bêje enerjî dide, çêtir tê dîtin.

Ger hûn bi rengekî tendurust kîlo kêm bikin her roj bi zikê birçî sêva kesk bixun hem têr hem jî bihêz bimînin. Di nava berhemên xwezayî yên ku pêşî li nexwaşiya Diyabet a ku nava gel de weke nexwaşiya şekir tê nas kirin de sêva kesk jî cîh digre.

Sêva keske ku hûn sibehan bi zikê birçî bixon pêwîstiya rêjeya şekir a ku beden dixwaze kêm dike û bedenê li hemberî nexwaşiya şekir diparêze.

Bandora sêva kesk ya bi zikê birçî xwarin li ser tendurustiya dil wahaye:

-Sêva kesk ku kolesterola bilind bi aheng dike di damarên xwînber de pêşî li ava kirina plaqe (plak) ê digre.

-Sêva kesk ku dinava xwe de potasyum ê peyda dike, masûlke û dil diparêze elektrolîtan bi aheng dike. Bi kar anîna sêvê ji bo pêşî lê girtina îltîhaban dibe alîkar.

Sêva kesk ku dinava xwe de rêjeyeke mezin lûf dihewîne, dema ku her sibe bi zikê birçî bê xwarin xwedî bandoreke wisaye ku nerihetiya qebiziya kronîk derman dike.

Sêva kesk antioksidaneke bi hêze pêşî li avabûna radikalên serbeste ku ziyanê didin mejî digre. Vîtamina C ya ku dinava xwe de hildigre, magnezyum û flavanoidan bi hevre ji bo bin xistina şaneyan û ji bo ku oksîjena şaneyên mejî derxe holê dibe alîkar.

Yek ji sûdên sêva kesk jî ewe ku dema sibehan bi zikê birçî bê xwarin di diranan de pêşî li avabûna plaqên bakteriyan digre. Asîta ku dinava sêva kesk de cîh digre diranan paqij dike, avabûna tûkê zêde dike û asta ph bi aheng dike û pêşî li bêhna dev digre.

Hûn ger sibehan bi zikê birçî sêveke kesk bixon hem tendurustiya we baş dibe û hem jî hûn dikarin bibin xwedî çermeke birqonek.