Ji ber teqîna volkanê rewşa awarte hat ragihandin Ji ber teqîna volkanê rewşa awarte hat ragihandin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Ji ber teqîna volkanê rewşa awarte hat ragihandin

BasNews - Li eyaleta Hawai ya Amerîkayê volkana Kilauea teqiya û di encamê de gelek avahî di bin lavan de man û rewşa awarte hat ragihandin.

Parêzgarê wê eyaletê eşkere kir ku li wê herêmê rewşa awarte hatiye îlankirin û diyar kir ku 2 hezar kes ji wê herêmê hatine tehliyekirin.

Li eyaleta Hawai roja Înê bi pileya 6.9 erdehej qewimî bû. Volkana Kilauea ku ji aktîftirîn volkanên cîhanê ye, ev 35 sal in çalak e.