Rêbera Du Dînan: Senteza Tirk-Îslamê û Îslamîyet Rêbera Du Dînan: Senteza Tirk-Îslamê û Îslamîyet
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Rêbera Du Dînan: Senteza Tirk-Îslamê û Îslamîyet

Niha Tirkiye ber bi hilbijartinê ve bi leza dawîn dihere. Destbiraktiyên nuh, lihevkirinên cuda, hevpeymaniyên eletewş, gotarên balkêş û bi kelecana boş herareta siyasetê..

Ez ê hewl bidim ku evan her du dînan bidim ber hev. Hevpariya wan û cudatiya wan çi ye, profîla bawermendên wan, sembol û îşaretên wan, kitêba wan ya pîroz, heya cil û bergê wan.. Ji hêcanê cih nakeve min. De kerem bikin em herdu dîna bidin ber hevudu!

Gafa yekem, nav: Navê her duyan cuda ne. Yê yekî îslamiyet e, yê din senteza tirk-îslamê ye.

Gafa duyem, ziman: Zimanê misilmên zimanê dê ye û erebî jî di cîhana zimanê wî de cihekî muhterem û girîng û hêja digire. Berevajiyê vê, zimanê dînê sentezê tirkî ye. Heya ji bawermendên dînê sentezê tên erebî di potaya zimanê tirkî de dihelîne. Erebî hebe baştir e, lê tirkî tine be nabe!

Gafa sêyem, coxrafya: Misilman li hemû parzemînên cîhanê belav bûne. Lê bawermendên dînên sentezê bes li quncikeke welatê dewleta Tirkiyê bi cih û war bûne. Debara wan bi cotkariyê ye. Slogana wan a bi nav û deng bi tirkî wilo ye;"yaş yirmibeş bedel onbes e"

Gafa sêyem, dilq: Misilman simêlê kurt, rihê dirêj berdidin. Kincên wan fireh û dirêj in. Bawermendên dînên sentezê rihê kur dikin û simêlê ku serê wê tûjik dikin û mîna du qîlên simêlî(qaşo diranê gur e!) xwe bera heya ser çena wî dide. Kincên wan piralî teng û kin in.

Gafa çarem, al: Ala îslamiyeta ezîz bi qansî ilmê min digihêje nîn e. Lêbelê em dikarin wek "Yek Hîlal"ê bike sembol. Ya sentezê du hîlalê din jî di ber re kirine û piralî "Sê Hîlal" e. Piralî dibêjim lewre ev hejmar hineka ji tehmê de xistine û dibin heta heftan heyştan!

Gafa pêncem, alfabe: Piraniya alfabeyan ne problem e ji dînê îslamiyetê re. Lê divê her misilman bo xwendina Qur'ana kerîm alfabeya îslamî/erebî hîn bibe. Asoxî her dê û bavê misilman zarokê xwe hê berî pêşdibistanê dişînin cem mela û didin ber xwendinê. Alfabeya dînê sentezê ya latînî ye. Bi ya bawermendên dînê sentezê alfabeyên ji bilî alfabeya fermî qedexe ye, paşverûtî ye û li ber beka û mayindetiya hebûna selametiya wê asteng e.

Gafa şeşem, kitêb: Kitêba misilmanan ya miqedes û bimbarek Qur'ana kerîm e. Ya dînê sentezê jî pir in; Nûtûk, nivîsên li ser kevir yên kûtadgû bilîg, pirtûka ziya gokalpê kurmanc ya bi navê bingehên tirkîtiyê û hwd...

Gafa heftem, gotar; Weke gelek tiştên sereke cudahiya di navbera herdu dînan de xwe di cudahiya gotarên hev de jî nîşanî me didin. Ser meselê li gor dînê misilmantiyê hemû misilman bira ne, hêja ne, xwedî eynî heqî ne, wekhev in û ji miletekî ne. Li gor dînê senteza dînê tirk-îslamê tenê yên xwîna pîroz ya tirkan di reh û rîçalên wî de digere tirk e, xwedî hin mafên xusûsî ne û nuh dikare bibe bira yên mayî jî divê were asîmilekirin ku însanên ji gelek aliyî ve kêm û qisûrpir in(wey li halê wan, Xwedê hidayetê bide wan!)

Gafa heyştem, pêxember: Bê gûman pêxemberê dînê îslama pak hezretî Mihemmed (sxl) e û yek e û wê her yek be. Berevajiyê vê rastiya zipîzelal, li aliyê dînê senteza tirk-îslamê îş hinekî tevlihev e. Ez jî pir pê nizanim. Lê dikarim dehên di hundirê sed salî de hatiye bihejmêrim; Mistefa Kemal, Talat paşa, Ziya Gokalp, Fethillah Gulen, Alparslan Turkeş.. Lîste wiha dûdirêj e.

Heya nivîsek din ez ê di cihê lê mame de bidomînim bi îzna Xwedê teala..