Real Madrîd derket fînalê! Real Madrîd derket fînalê!
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

BasNews - Tîma Îspanyayê Real Madrîd duh piştî lîstoka li gel tîma Almanyayê Bayern Munchenê derket fînalê.

Lîstoka berî fînalê ya rowanşê de şeva borî Real Madrîd û Bayern Munchen hatin hember hev û lîstok 2-2 ma û ji ber di lîstoka yekem de ya li Munchenê, Real Madrîd 2-1 li hember Bayern Munchenê biserketibû derket fînalê.

Bi lîstoka şeva borî de tîma mêvan Bayern Munchen bilez dest bi lîstokê kir û hîn di hûrdema 3yê de bi lîstokvanê xwe yê bi navê Kimmich ve 1-0 ket pêş. Piştre Real Madrîdê di hûrdema 11ê de bi gola Karin Benzema ve kir 1-1 û di beşa duyem a lîstokê de jî dîsa bi Karin Benzema ve 2-1 ket pêş, lê Bayern Munchenê bi Rodrigues di hûrdema 63yê de bersiv da û lîstok bi wê encamê 2-2 temam bû.

Piştî vê encamê jî Real Madrîd geheşt qonaxa fînalê û naha li benda lîstoka Liverpol – Romayê ye. Di lîstoka yekem de Liverpolê 5-2 ji tîma Îtalî ya Romayê biribû. Lîstoka îşev demjimêr 21:45ê de li qada Romayê ye.