Salane 7 milyon kes ji ber hewayê qirêj canê xwe ji dest didin Salane 7 milyon kes ji ber hewayê qirêj canê xwe ji dest didin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Salane 7 milyon kes ji ber hewayê qirêj canê xwe ji dest didin

BasNews - Li gor daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) salane 7 milyon kes ji ber hewayê qirêj canê xwe ji dest didin.

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî Tedros Adhanom li Cenevreyê li ser qirêjiya hewayê daxuyaniyek da.

Adhanom ragihand ku hewayê qirêj gef e li ser jiyana însanan û taybet jî li ser jiyana kesên xizan. Dîrektorê WHOyê ragihand ku ji sedî 90ê kesên ku ji ber vê sedemê canê xwe ji dest didin ji welatên ku pêşde diçin in.

Herwiha Adhanom diyar kir ku ev krîz herî zêde li Asya û Afrîkayê rû dide.

Li gor daneyên WHOyê salane 7 milyon kes ji ber hewayê qirêj canê xwe ji dest didin.