Raporta Azadiya Medyayê ya 2018an hat eşkerekirin Raporta Azadiya Medyayê ya 2018an hat eşkerekirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Raporta Azadiya Medyayê ya 2018an hat eşkerekirin

BasNews - Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas a Navdewletî (RSF) raporta Azadiya Çapemeniyê ya sala 2018an eşkere kir. Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye di rêzên dawîn de cih digirin.

Di raporta RSFê de Tirkiye di nav 180 welatan de di rêza 157an de cih digire û weke welatekî dijminê rojnamevaniyê tê pênasekirin. Tê gotin ku li Tirkiyê rojnamevan bi awayekî rutîn tên girtin û bi terorê tên tawanbarkirin.

Norweç jî weke baştirîn welatê ku azadiya medyyaê lê heye, tê binavkirin. Swêd, Hollanda, Finlanda, Swîsre, Jamaika, Belçika, Zelanda Nû, danimarka û Kosta Rika welatên din bi rêz ên azadiya medya heyî tên rêzkirin.

Welatên herî xerab jî wiha tên rêzkirin: Koreya bakur, Eritre, Tirkmenistan, Suriye, Çin, Vietnam, Sudan, Cibutî, Kuba û Ekwadora Gine ne.