BasNews - Hat ragihandin li Belçîkayê sala par 618 zarokên penaber winda bûne.
Li gor raporta dezgeha Child Focus ku di derbarê zarokên windabûyî û rastî destdirêjiyê hatine, kar û xebatan dike, sala 2017an li Belçîkayê 618 zarokên penaber winda bûne.
Hat ragihandin ku li gor sala 2016 û 2015an rêjeya zarokên windabûyî gelek zêde bûye. Li gor vê yekê; 2015an 277 zarok, 2016an 284 zarok winda bûbûn.
Berpirsên Child Focus radigihînin piraniya wan zarokan di dema veguhastina bo navendên parastinê de direvin bo welatên din.