Di her mijarê de gelek kes diştexilin, xîret dikin, xwe li tiştên ciyawaz radikişînin.
Mijar û şexs qet hevudu nagire. Li ser navê Xwedê fetwayên qetlên nuh didin, ji zûde, qilêrî û qirêjî bûnin. Ew rê û ramanên ku ew li ser in kufikî û genî bûne, moda wan ji berê de bihurî bûn ji xwe.
Belê. Mijar, şexs, jiyan. Ku tu ki ser fikreke çê bî û te dil heyî tu gor pîvanên vê prensîbê bijî, te 3 prensîb divên;
1) ya ewil, divê tu li ser naverok jiyana xwe, hemfikir bî. Tu li pê çi û çî ye? li ser çi ye? berê te bi kû û kî derê de ye? Tu ber bi kû derê de diqelibî?
2) ya dudan, divê tu qenc bizanibî bê ka tu li pê kê dimeşî. Rêya tu pê de diçî kî rohnî dikî û bi çi tonî bi çi arezûyê? Rêzik û prensîbên niha şikl û dirûv didin terza heyata te gelo çawa ne, di heqîqetê de nirx û qîmeta wan a bera çi ye? Ku em wan weke çê û xerab tasnîs bikin gelo çê an xerab in? Ev keştiya tu bi hewa û hewesên basît ketiyê te dibu kîjan benderê, wê te li kîjan qeraxên biyanî biqelibîne?
3) ya sisêyan, çê-xerab tu li ser rê û ramanekê yî. Li gor van prensîb û qaîdeyên diyarkirî tu dikenî, digirî, hestyar dibî, motîve an jî demotîve dibî. Gelo rêjeya sepandina wan ya li jiyana te ya rojane de ji sedî çend in?
Li kurdîstanê de hema bigire hîç yek rê ne Kurdistanî ne. Tam eksê vê, belkî ji sedîsed dije Kurdistan û nijadperestê nijadê xwe, al û welatê xwe ne. Hal madem goştê ga ye û li ber çava ye, gelo ev di bin navê 'xizmet'ê de kar û bar ê tu dikî û digerînî çi ye? Heqîqeten bi îxlaseke tam nav û dengê Xweda teala berz û bilind dike an jî weke şerbika hinguvê bi jehr tu di bin vî navê miqedes de kêf û berjewendiyên neyarê ziman, gel, çand, welat û bi sirûştî neyarê Xwedê di ser serê xwe de dikî?
Hela ji xwe re sewal bikî heval û hogirê bi wîjdan, xwedî îxlasê ezîz, niha ev kar û 'xizmet'a tu dikî, xwe bide alî weke kesekî duyem, ji dûr de, bi çavekî heqîqetbîn raçav bikî. Gelo sibeya zar û zêçê te wê rohnîtir be? Gelo dê jiyaneke bi rûmettir bibexşîne wan? An jî dê tenê kafirtî, terorîstî, mirin û zilm û zorê ji wan re bihêle? Ew ên dema peyv tê ser menfaetê wan xaç û parêzê xwe davên avê dê çi tiştî safî bikin? Hefteya tê em ê dewam bikin bi îzna Xwedê..