Rukiye Mistefa
BasNews - Li Fransayê li kêleka çem zilamekî ku mirî hate dîtin, 4 demjimêran masaja dil ji bo wî hate kirin lê dilê wî ti bersiv neda. Piştî ku ew kes girtin bin çavdêriyê 18 demjimêr şûnde careke din çavên xwe ji jiyanê re vekirin.
Li bajarê Montpellier ê Fransayê zilamek 53 salî dilê wî 18 demjimêran rawesta û piştre careke din wegeriya jiyanê.
Kesê ku navê wî nehate aşkera kirin, 12ê Adarê li kêleka çem bi awayek li ser heşê xwe çû hate dîtin. Hat zanîn ku wî kesê krîza dil derbas kiriye û 4 demjimêran masaja dil ji bo wî hate kirin, lê dilê wî ti bersivek neda.
Li Fransa sermaya meha borî bandoreke mezin li jiyanê kir û hat zanîn ew kese jî, ji ber sermayê germayiya bedena wî daketiye 22 dereceyan.
Dema ku ew kes rakirin nexwaşxaneyê û hildan bin çavdêriyê piştî 18 demjimêran careke din wegeriya jiyanê. Bijîşk dibêjin piştî krîza dil derbas kiriye ji ber germayiya bedena wî kesî daketiye 22 dereceyan, vê yekê hiştiye ku nexwaş jiyan bike ango daketina dereceya germamiya bedena wî piştî rawestana dilê wî hêlaye ew bijî.