Emîr Etrûşî
BasNews – Rêveberiya giştî ya rewşenbîrî û hunerî li parêzgeha Duhokê dê roja şanoyê ya cîhanê bi gelek coreyên çalakiyan pîroz bike.
Cîgirê rêveberê giştî yê rewşenbîrî û hunerî li parêzgeha Duhokê Emîr Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 27.03.2018ê roja şanoyê ya cîhanê ye, li seranserê cîhanê bi boneya vê rojê ve gelek çalakî hene û dê li Duhokê jî gelek çalakî bên pêkanîn. ‘’ herwaha got: ‘’Li salona Bedlîs ya koleja wêjeyê li zankoya Duhokê dê du semîner li ser şanoyê bên pêşkeş kirin.’’
Herwaha aşkera kir, îro dê pênc pirtûkên nû li ser şanoyê hene dê bên îmza kirin û dabeş kirin. Ji aliyê din ve demjimêr 12:00ê li peymangeha hunerên ciwan li Duhokê şanoyek dê bê pêşandan. Demjimêr 17:00ê jî şanogeriya Barana Rengan ji aliyê rêveberiya şanoyê û xwandevanên drama yê ve bê pêşkeş kirin.