Li Elezîzê dersên rîsaleyê bi Kurdî dest pê kirin! Li Elezîzê dersên rîsaleyê bi Kurdî dest pê kirin!
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Elezîzê dersên rîsaleyê bi Kurdî dest pê kirin!

BasNews - Li bajarê Elezîzê yê Bakûrê Kurdistanê dersên risaleya nûr bi zimanê Kurdî destpê kirin.

Xwendekarên Kurd ên li zaningeha Firatê dixwînin ku ji beşên cuda yên mîna endazyarî, parêzerî, bîjişkî, mamostetiyê û meletiyê ne beşdarî van kursan dibin.

Xortên beşdarî dersa yekem ku bi Rêbera Ciwanan dest pê kir, bûn kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew ê her hefteyê li hev kom bibin û dersa xwe ya risaleya nûr bi zimanê Kurdî bi awayekî berfirehtir berdewam bikin.

Jibilî dersên bi zaravayê Kurmancî, xwendekaran diyar kirin ku ew ê bi zaraveyê kirmanckî/dimilkî jî dersan bidin destpêkirin.

Tê çaverêkirin ku hejmara beşdaran zêdetir bibe.