Em li heman gundî mezin bûn. Piştî qederê tora xwe hûna û mirinê zû silav da malbata me, hingê em ji çêlekewan bêferq bûn. Weke çêlekewên makî bête kuştin û çeleyên pûrtzerik li erdê pêndar bûn, bêkes û kûs, bê spartek û sermiyan, bê tevdîr û tifaq.. Heyat bi jiyanê re şer û pevçûn bû. Tek çareyek hebû; têkbirin!
Me bîra mirinê nedibir. Me di heman demê de bîra jîn û jiyanê jî nedibir. Em hebûn, ew qas!
ZivistanÊ bi hemû zor û zehmetiyên xwe digirt ser me. Her gav û dirgav em bêhazirî û bêtevdîr bûn. Neçarî, xizanî û belengazî dest û lingên me bi qeyd û zincîrên saxlem asê kiribûn.
Bayê sar diket bin çeng û baskên me, em didan ber xwe, li bin guhê dîwêr dixistin.
Bîne bîra xwe carekê me da pêy hev û em çun nav dehla Ziyareta Ûsivê Şehîd. Me bi qirş û qalên ji guliyên daran ketibûn erdê agirek vêxist. Hungira êvarî de taritiya dehlê bi pêtiyên sor î agirê me, weke efekteke sînemayê, ronî dibû bi şoqeke sorûzer.. Hinarikên me sipîsor bûbû, agir û dest û tiliyên me çi qas li hev dikirin!
De aqilê zaroktiyê bû. Zeman û mekan ji hev venaqetîne. Hawirdor ku di ber serê wan de bihere hingê mefhûma zeman ji holê radibe. Ji xwe îzafiyeta zemên ne ev e ma...
Bîne bîra xwe me kêfa belek kiribû wê êvarê. Bedenên me yên ter û teze ya seraser qeşa zivistaneke çetîn xwaribû, dest ji êgir neberdan. Heya pizot di nav xweliya bê li binî dixist û dibû mistek rijî û diket nava çavên me, me xwe xerikand li wir. Heya em ji bin bandora hêza cîlweya hawirdorê derketin, yanî agir vemirî, me li xwe kiribû şeva reş a tarî.
Tê bîra te me bi dengê hêlî dikir hahogazî. Rê li ber me şaş bûbû. Di daristana ku me nedikarî ro lê bigeriyana em şev lê bûbûn mêvan. Mêvanên nevexwendî.
Bê dûzan û nîzam, dengê min û te li nav hev diket û dibû dengekî dilşewat û li hemû dehl û deviyê belav dibû. Teyr û tebayên ku şênîtiya daristanê dikir diketin sawê û dikirin kûzînî, çîveçîvî, qajeqajî, gurmijîn, ewtîn, wîqîn.. Bi ajoya xwe ya şaş nabe ew tinîya lavaker û tirsonek hildabûn û bi ewtin û kûzîn xwe li dengê me digirtin. Her diçû ranêzîkî li me dikir. Dengê me di nav pêla dengên dirinde û hov ditefitisî, nebihîst dibû.
Pîj û kelem, drî û strîyên ji mîxan bêferq bi lingê me yê çûçkanok ê pemboyî re diçû. Me li ho venedida. Tirs û saw ketibû zikê me. Dengên gefxwur û dirinde ku her bi kûzînê re me bi xwe de dikir hatibû birîn asoxî. Êdî xiştemişta çiqil û gulî û pel û çiloyan dihatin. Her ku lingekî bi dizîka pê li çiqilekî dikir û dişikest, ne li pêş û paş me, di hundirê pîstikên mejiyên me de sîlehên lûledirêj diteqiyan. Tiştine gewre, ku fişîna pozên wan dihatin me, xwe li paş dara berrê de xef kiribû. Gewda wî ya xurt di paşgewda dara zirav de hilnedihat. Û dema bê li binguhê pelên dehlê xistin û şewqa hîvatijî da diranên tûj a dibiriqe me hevudu bi hêza tirsê, şipîşid, hembêz kirin.
Tê bîra te nefesa te ya germ û nerm li gerden û qirika min diket. Destên te weke xwe li heyatê bijidîne navtenika min zevt kiribû. Tu di bin tirsa bûnewerê hov de, ez di hembêza xewn û xeyalên şipîşîrîn de.. ku ev hesteke nuh a cerîd bû bi min re pêde bûbû. Min bi navê nedizanî..