BasNews - Bi nêzîkbûna cejna Newrozê re, terziyên Amedê dest bi dirûtina cil û bergên Kurdî kirine. Lê belê dirûtin û firotina cil û bergên Kurdî li gor salên borî kêm bûye. Li gor terziyên Amedê, kultura li xwe kirina cilên Kurdî di Newrozê de her ku diçe kêm dibe. Sedema vê yekê jî tirsa ku dewleta Tirkiyê di dilê xelkê de bi cîh kiriye dibînin. Lewra dibêjin bi îlan kirina rewşa awarte û qedexeyan, gel ditirse ku cil û bergên kurdî li xwe bikin.
Cil û bergên Kurdî li Tirkiyê wekî pirsgirekên siyasî tê dîtin. Terziya bi navê Sîdar Kaya rewşa kincên Kurdî ji bo Basnewsê wiha anî ziman:
''Îsal li gor salên borî li ser li xwe kirina cil û bergên Kurdî, desteser kirin û tirs heye. Gel dixwaze di Newrozê de kincên kurdî lixwe bike, lê belê ji ber astengiyan û rewşa awarte ditirsin li xwe bikin.Salên borî me di meha Adarê de him ji bajarên Tirkiyê him jî ji Ewrûpa siparîş digirt. Lê îsal tenê ji Ewrûpa daxwaz tên. Ew jî ne dikandar in, ne bi sedan tê xwestin, tenê kesek yan çend kes daxwaz dikin. Di newrozên ku di dema pêvajoyê (qesta wî pêvajoyê çareseriyê ye) de dihate pîroz kirin, xelk bêtir dixwast li xwe bike. Lê niha ne wisa ye. Cil û bergên jinan bêtir dihate firotin. Jin niha tenê ji bo dawetan dikirrin.”
Wê terziya kurd anî ziman ku dewleta Tirkiyê modela cilên zilaman dişibîne cilên gerîlayan an pêşmergeyan û wiha axivî: “Ji ber wê yekê jî astengiyan derdixe. Lê di eslê xwe de , ew cil yên mezinên me ,dapîr û bapîrên me ne. Elaqeya wan ne bi gerîlayan ne jî bi pêşmergeyan tune ye . Lê mixabin ku li Tirkiyê kirin pirsgirekekî siyasî û ewlehî.Dirûtina me ji ber nefirotinê kêm bûye. ''