Li Tirkiyê meha Sibatê 47 jin hatine kuştin Li Tirkiyê meha Sibatê 47 jin hatine kuştin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Tirkiyê meha Sibatê 47 jin hatine kuştin

BasNews - Platforma ji bo Rawestandina Kuştina Jinan raporta meha Sibatê eşkere kir. Li gor raporta wê platformê di meha borî de 47 jin hatine kuştin.

Li gor raporta heman platformê di Çileya borî de 28 jin hatibûn kuştin û li gor mehên dawîn kuştina herî zêde di meha borî depêk hatiye û ev jî weke nîşandana zêdebûna tundiya di nav civakê de hat pênasekirin.

Herwiha hat ragihandin ku sedema kuştina 15 ji wan jinan nehatiye zanîn û her roj ji yekê zêdetir jin hatine kuştin.

Li gor wê raportê li Stenbolê 6, li Izmîrê 5, li Kocaelî 3 li Balikesîrê jî 3 hatine kuştin ku herî zêde kuştina jinan li van bajaran çêbûye. Herwiha hat eşkerekirin ku 21 jin malên xwe, 7 li kuçeyan, 3 di wesayîtan de, 2 li kargehên wan hatine kuştin û cihê kuştina 7 jinan jî nehatiye tesbîtkirin.