Cîhana Arabesk Cîhana Arabesk
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li devereke derasayî de, li wextên foqiledet de, ku tu jiyan û temenê xwe lê dibihurînî, radibî û rûdinêyî, ya herî zehmet û zor, parastina siheta mejî û asayîkirina psîkolojiya însên e.  Lew her gav û dirgav bi qûçan tiştên aqilê te nabire diqewimin. Tu hewl didî, ber xwe didî. Xîret dikî ku mahneyê bidî tewşomewşoyên li der dora xwe. Dikenî, digirî.. Lê dawiya dawîn, mîna herkesî, gerdûnbûniya xwe qebûl dikî, sîleha xwe ya berxwedanê radest dikî. Tu jî axir ji milyonan kesî tenê yek î. Yekî ji rêzê yî, mû ji wan nehiştî.. Lê bi wî şertê te hebikeke wijdan û kiçikeke merhamet bi xwe re, di quncikeke tarî ya dilê xwe de nehiştibe.

 

Her roj heman hest bi min re çêdibe. Êdî di wê bîr û baweriyê de me ku hestên min behr e. Behreke har, dîn. Qet naweste, qet ranaweste. Di galegaleke dostaniyê de yekî dirb bir ser behrareş. Belkî jî. Maqûl hat ber guhê min.

Di nav coş û peroşiya hestên li min radibin de, weke kaptanê keştiya wî avê digire, xar dibim destikê pencerê. Pencereyê vedikim. Bi awirên tinazker li hewa bi qeswet dimeyzînim ku çawa weke berxika ji mezêl derdikeve. Her ku revî reva hewêyî temaşe dikim weke tu zinarekî giran û gewre ji ser sînga min rakî.  Pêre bêhna min tê ber dilê min, vedibe.

Di her derb û wextî de tişta bi kêr tê bêguman hewa paqij e. Sedem çi dibe bila qe, derman yek e. Dîse jî rûyê min reş nekir. Çox şikur.  

Min ê rojê, bêhenek, 5 rojname dixwend,  dest ji xwendina rojnameyan, temaşekirina kanalên televizyonan, guhdariya radyoyan, şopandina feysbûk û twîtirê berda. Ev bû çend sal! Lê dîsan jî nikarim xwe ji bin bandora kartêkerên neyînî yên li ber çavê min, li hundirê mejê min û kendala dilê min de diqewimin, diteqin, dihejin xelas bikim.

Çavan digirim bîhn didin, poz girêdidim deng dide.. Tirş e, tehl e, miz e, şor e.. Ûjdan diricife, diêşe, ta digire. Ruh di qefesa bedenê de ditengije û disekine!

Dawiya dawîn de em însan in. Însan ew bûnewer e ku bi der û dora xwe re her di têkiliyeke teqûz de ye. Bi firîna pinpinîkê re, bi vîzîna mêşê û weşîna pelê payizî re eleqedar e.  Berdikeve, hestên wî pevdikeve û hestyar dibe, kêfa wî tê, dikene, kelogrî dibe..

Kanala lawaz ya ragihandinê ya di navbeyna min û heqîqetên jiyanê de  êdî digihê asteke welê ku tu bi haletê ruhekî saxlem û tendurist nikare bimeşînî. Diqete. Vediqete. Dûre qetqetî dibe.. Wê wextê vitêsa heyatê diavêjim arabeskê. Rengê gerdûnê dîrekt vediguhere. Weke tu pê li bişkokekê bikî. Guherîna hawirdorê, tavilê de! Niha her tişt di gavekê de piçekî dî jî tarî ye, gewr û cûn e. Min nav li vê rewşê danî, cîhana arabesk!

Li vê cîhanê de her tiştê li tona xem û hiznê, derbederî û kezebreşiyê diçe serbest e. Tu û kêfa dilê xwe yî. Pardon! Tu û derdê dilê xwe yî!  Li gor rêzikên vê cîhana arabesk divê kêfê ji derdê bidoşe. Çilk bi çilk, çir bi çir.  

Ser meselê te dil heye ji xwe re kilamekê bistrêyî? Helbet rock, pop, dengbêjî tê ser hişê te.. Lê na! Qaîde yek: Hingê divê tu straneke dilşewat hilbijêrî. An te cil û bergê xwe guherî, li ser vîtrînan de yên sor, kesk, spîboz bala te dikişîne.. Lê divê kincên ku te eciband di tona reş û wî terhî de be: reş, risasî, gewr, cûn, boz, lacîwert.. Sorê tarî jî dibe!

Ha wilo didome li vir heyat.

Fedî û eyb, rêzikê civakî û qanûnên dewletên kulmik-şidandî nîne li vir. Di vê moda ruh û asta jînê de hemû qaîdeyên jiyanê yên êdî bûye barê ser milê, bi dîwêr ve hilawestîne. De guhdarî bikin ez dikim ji xwe de herim, xwe bigihînim wê asta serbestiyet û cizbê!

Nizanim bikenim, yan bigirîm, yan biqîrim, yan bikim hahogazî û hewar..  Yan jî bi tepik û sîla( lê ne ya osmanî!) biherim rû û rûçikê xwe û îşa hi xwe re çê bikim.. por û riha reş î elameta mêraniya xwe  ji kokê de kurr bikim .. Yan jî ber bi çol û beyaran de bibezim, bidim nav dirî û keleman, xwe li qîş û qelaşên asê biqewimînim, best û newalên kûr û tarî derbas bikim.. biterqim ji mal û eyal, ji çav û bav, ji hogir û yar, ji hezkirî û berketiyên xwe..  Nizanim. Weke negotina qet nizanim.. -azadî didome, jê venekişî, hadê tevlî me bibî!-

Lir wir, lew me jiyana bera li pey xwe hişt, ( tu bibêjî li agirîstanê) bêdengî ji gotinê, bêyî dil û vîna xwe qebûlkirin ji qebûlnekirinê, 'li ber rabûn' ji 'li pey çûyinê', partîzaniya hişk û vala ji ramana azad, guhnedan ji guhdanê çêtir e. Lew her dem wilo ye; birçîtî ji têrîtiyê, sirgûnî ji mayinê, malwêranî ji xweşiya hal û wext, grî ji ken  neçetir e.

Welat hemû bûne psîkopatên fikrî. Tu devê kê vedikî ji te re behsa lîskê navnetewî dike. Analîzên welê dikin ku -hema li ser piya- devê te metrakê ji hev dihere.

Vê sibê xortekî qansî dêwekî xwe li min kir benîşt. Heyran qurbaniyên min î li pey hev pere nekir. Asoxî me -ya rastir wî!- biryar da ku sola min boyax bike. Heya qirikê tije bû. Xuya dikir. Ez ê reben tiştek jî negot. Nebû! Devê wî vebû. Ji ta heta derzî hilda ser zimên.

Li gor boyaxciyê  qaşo sola min  boyax dikir, îsraîla siyonîst û Emerîkaya ateîst û kominîst, Rûsya û îrana şeytan, Çîna Maoîst û  Hîndîstana her gav û saet xwe di çemê ganjê de helal dikin hemû, weke tû devê hev kiribin, berî dane welatê ezîz û wan dil heye ku vî miletê necîp, vê artêşa dawîn ya sitareya îslamê ye ji navê bibin.

Bîrewer û jîrê me di wê baweriyê de bû ku sebeba vî karê boyaxkirinê dîse hêzên derveyî bûn. Ji mêtingeriya wan pêvetir ti vebijarkên potansiyela bersûciyê bike nîn bû. Camêr piştî baş fikirî, asoxî bêhtir gûman bir ser ingilîzan. Qerar dabû. Caro di ber xwe de weke bi qehr û qotik binale dinuhurand "ax ev ingilîzên dekbaz. Tiliya te di her tiştî de bi namûsa min!"

Lîteratura siyasetê her roj dewlemendtir û rengîntir dibe. Her roj peyvên asoyê zar û êqil serobino dike û asoyekî ciyawaz diafirîne tê gotin.

Hin têgehên nuh ku bi boşahî tê gotin, bi qansî tê bîra min rêz bikime we; tiliya biyaniyan, hêzên derveyî, rûleta rûs, komployên qirêj, rêxistinên teror, xwîna şehîdan, yekîtî û pevretî, guliyê zeytûnê, seferên xaçparêzan, şerê cîhanî yê sêyemîn, ecnebiyên kafir, rojhilatê firatê, sîleya osmanî, emerîkaya şeytan, ewropaya durû, tifaqên qedexe, qatilê pitika Esedê ...

Min gotibû, asoyê ziman û raman xwe her ji nuh ve de diafirîne. Ti tişt dê wek xwe nemîne. Lew ra ev der cihê Cîhana Arabesk e!