BasNews - Li Amedê festîvala nîşandana fîlmên Almanî tê lidarxistin.
Festîval ji aliyê Enstutuya Goethe, German Films û Navenda Hunerê ya Amedê ve tê pêkanîn.
Di festîvala ku wê heta 24ê Berfanbarê berdewam bike de 7 fîlm dê werin nîşandan. Di gelek waran de fîlmên cur bi cur cihê xwe di festîvalê de girtine.
Fîlm wê li Navenda Danûstandinê ya Ceylan Karavil werin nîşandan.