BAS - Gönül Gün
Em her hefte ji hema her dever û cihekî bo xwînerên xwe behsa kar, pîşe û keda xelkê xwe dikin. Îdir her çi qas yek jî bajarekî Serhedî be bi avûhewa ya xwe ya germ ve cuda ye. Wek tê zanîn heftaya borî me qala zebeşên Îdirê kiribû. Vê hefteyê jî me xwest qala pembûya Îdîrê bikin. Li Îdirê piştê 26 salan pembû tê avêtin. Berê li Îdirê pembû dihat avêtin û heta li vê bajarê Serhedî gelek febrîqayên pembûyê jî hebûye. Niha cotkarên Îdirê hêdî hedî dest bi debra pembûyê dikin. Yek ji van cotkaran Kasım Alagöz e. Alagöz ji Heftenameya Basê re behsa cotkariya pembûya Îdirê a piştê 26 salan dike.
Piştî 26 salan pembû tê avêtin
Kasım Alagöz dibêje ew ji malbateke cotkar tê û bi salan e vî karî dike. Zeviyên wan ên mezin hene û bi derfetên teknolojiyê ve cotkariyê dikin. Alagöz destnîşandike ku piştê 26 salan li Îdirê dîsa çandîniya pembûyê destpêkir. Berê li Îdirê ev cure çandinî dihat kirin û heta febrîqayên pembûyê jî hebû û Alagöz wiha axaftina xwe didomîne,“Berê li deşta Îdirê pembû dihat avêtin. Xelkê Îdirê dixwaze êdî cotkariya pembûyê bikin. Me jî îsal xwest pembûyê biavêjin û bicerîbinin. Me li ser 5 hezar donim erdê bi tenê pembû avêt. Ka êmê bibînin erdê me çawa ye lê wisa xuya dike ku pembû dê baş çêbû ye. Pembû mexsûleke wisa ye erdê nawestîne heta cihên çorax jî islah dike. Lê belê mexsûlên wek pincar, garis erdê diwestînin. Wekî din, ez bêjim îsal me pembû avêt sala bê dewsa pembûyê genim, ceh hwd. dikarin biavêjin.” Li gor agahiyan an ji ber ku hewaya Îdirê guhêrî an jî berê qezencek baş û bo cotkaran piştgirê jî tune bû ye ji loma xelk dest ji avêtina pembûye berdabû.
“Pembûyê Îdirê bi qelîte ye “
Alagöz amaje dike ku pembûyê di dawiya meha Nîsanê de avêtine û dê heta 10 rojan din wê debra (hasat) pembûyê bikin û wisa pê de diçe, “ Me bo pembûyê sê cara avdanê kir, wekî din kolandin, dermankirina vê jî heye. Ji ber ku erdên me mezin in em pembûyê bi saya makineyên dirûnê berhevdikin. Bi saya teknolojiya pêşde çûyê, berhevkirina van jî gelek hêsan e. Wek tê zanîn bi desta jî pembû tê berhevkirin. Bi destê merivan pembû paqij û rind tê tomarkirin. Him bi sedema ku me pembûyê mehek dereng avêt û him jî ji ber şiliyê, li pembûyan dermanan direşînin da ku ziwa bin û wisa berhevbikin.”
Alagöz diyardike ku pembûyê Îdirê bi qelitê û rind e. Heta pêşiyên wan jî wisa gotiye ku pembûyê Îdirê bi qîmet e û wisa pê de diçe,” Him ji ber hewa û axê him jî ji ber ku pembû paqij dihat berhevkirin û qirêj nedibû. Ev yek jî rê dide ku bikaranîna pembûyê hêsan bibe. Wekî din, dema me pembûyê berhevkir em dixwazin vê li bajarê xwe li Îdirê di febrîqayan de bidin hazirkirin lê belê niha li Îdirê febrîqe tune ye. Plana me heye ku li vir febrîqeyek vekin ji loma me serî li teşwîqa dewletê da. Ger bikaribin febrîqekî vekin pembûyê me jî dê li vir bo firotinê bên amadekirin. Lê belê ji ber tunebûna febrîqayan, emê îsal pembûyê xwe bişînin febrîqayên bajarê Aydin e.”
Pembû bo aboriya Îdirê dê gelek gîring bibe
Alagöz destnîşan dike ku îsal tam ne diyar e lê kîloya pembûyê dê dora 5 lîreyê bê firotin û Alagöz derbarê pembûyê de van agahiyan dide,” Xelkê Îdirê bi taybet yên gundan dijîn dixwazin çandiniya pembûyê bikin. Ez bawerim ku pembûyê feydeyê bide aboriya xelkê Îdirê û milet ji vê mexsûlê dê pere qezençbike. Wekî din niha dewlet jî bi her awayî pişgiriyê dide cotkaran. An 20 donim an 10 donim ji herkesî re pişgiriyê dide. Li gor texmînan, ji zeviyekî çend kîlo pembû bikaribe derkeve piştgirî jî wisa tê dayîn.”
“Divê mirov welat û xelkê xwe bifikire”
Alagöz derbarê avahiyên febrîqeyên berê de jî wiha diaxive, “ Niha avahiyên febrîqeyên pembû ên berê nayên bikaranîn wana didine mutehîtan û dewsa wan, avahiyên din tên çêkirin. Niha bi tenê li Îdirê avahiya du febrîqeyan mane. Xwezila wan febrîqayên berê nedana mutehîtan dibe ku pêşerojê kêrî xelkê Îdirê were. Reqabet çêbe êv hemû tişt bo xelkê me tiştên baş in. Dixwazim tiştek din jî bibêjim, ez hemû qezanca xwe li Îdirê wek vebêrhênan bikartînim. Ji miletê me hin kes hene diçin hemû qezenca xwe bo bajarên din wek veberhênan bikartînin. Lê halbûkî divê meriv welat û miletê xwe bifikire. Em jî, xelkê me jî bila feydeyê bibînin, armanca me ev e…”
HEFTENAMEYA BAS