BAS - Gönül Gün
Zebeş, wek fekiyeke xweş û rengîn hema di sifre û malên herkesî de ciyê xwe digire. Lê belê we qet ji dendikên zebeşan çerezê jî xwariye? Ji dendikên zebeşan bajarên wek Mêrdîn, Amed, Batman û wk. çerez tê çêkirin. Bi salan dayikên Kurd an di cejnê an jî rojên din de li malên xwe ji dendikên zebeşan zarokên xwe re çerez çêdikirin lê belê êdî bazirganiya çereza dendikên zebeşan jî tê kirin. Celal Doğanê Kurdê Kerborana Mêrdînê yek ji van kesan e ku ji dendikên zebeşan çerez çêdike û dibêje her ku diçe dendikên zebeşan eleqe dibîne û vê karê bi piranî Kurd dikin. Celal Doğan ji Heftenameya Basê re behsa çêkirin û bazirganiya dendikê zebeşan kir.
Bo dendikan, ‘zebeşên taybet’ tên çandin
Celal Doğan dest nîşandike ev 3 sal e ji bo ku ji dendikên zebeşan çerez çêdike û kargehekî li gundê Kerborana Mêrdînê vekiriye. Gelo dendikên zebaşan çawa digihêjin Doğan derheqê çandin û rakirina zebeşên dendikan de wiha diaxive, “ Ji Qoserê bigire, Dîyarbekir, Hîlvan, Riha û heta bajarê Hetayê zebeş çêdibin. Niha du cure zebeş tên çandin. Ya yekem bo xwarinê tê avêtin û paşê tê rakirin piştre zebeşên bo dendikan tê çandin. Ev jî di nava du mehan de mezin dibe û digihêje. Ji xwe ne zebeşên mezin in û bi qasî kîlo an jî du kîlo ne. Navê van jî zebeşên dendikan e. Piştê ku ev zebeşên dendikan çêdibin bi riya makîneyê yanî mîna makineya dirûnê ya gihê, dendik tên berhevkirin. Makine dikeve di nav zeviyên zebeşan û karker jî her du aliyên makîneyê de disekinin û zebeşan diavêjin nav makîne, makîne jî zebeş û dendikê zebeşê ji hev veqetîne. Berê bi destê mirovan dendik bi awayê zehmet dihat berhevkirin ji loma jî ne pêkanbûye ku dendik paqij bihatana berhevkirin. Li gorî berê di pişesaziyê (sanayî) de pêşveçûyin heye. Bê makine, dendik bi hêsanî ji zebeşan nayê berhevkirin ev usûl xebatek gelek zor û zehmet e.”
Piştê çend qonaxan dendik dibe çerez
Doğan diyardike ku bi saya makîneyan kontrola dendikan dikin. Berê ku bikelînin û biqelînin dendik pêşiyê di makineyê re derbas dibe. Heta ku dendik ji vê mekineyê derbas nebe, nikarin van bişinin. Pênc perçeyên vê makineyê hene. Yek cihê saxlam e, yên din gê yên avêtinê ne. Yek ji bo axê, ya sisiyan bo pûçbûnê, yê çaran bo zeyifbûnê, ya pênca jî bo hûr û gir bûnê ye.
Esnafê Kurd Doğan tîne zimên ku dendik piştê çend qonaxan amade dibe û wiha behsa van qonaxan dike, “ Piştê ku dendik ji makîneyê derbas bûn paşê em dendikan li ser agirê êzingê di nav xuşxanayên xwe yên mezin de dikelînin. Dendikan bi xweliya êzingê û bi avê ve dikelînin Armanca vê bila qaliqê dendikan hişk û rind bibe. Karbanot jî tê bikaranîn lê xweliya dara hê tiştekî tabî ye. Ji loma em xweliya daran bi xususî bikartînin. Ji xwe ev usûl, usûlek e kevn e. Dayikên me berê di cejnê de, bi vê usûlê, dendikên zebeşan wek çerez çêdikirin lê ev usûl hinek pêşve çû. Piştê kelandinê qireja dendikan bivênebî bi vê xweliyê ve paqij dibe. Paşê em heta pênc an jî şeş ava dendikan dişon û heta ku ava van paqij bibe. Piştre dendikan ji bo ku ava van dirave ji bejingê re derbas dikin. Piştre sîtilekî(stila qelandinê) me heye,li ser agirê dara dendikan digel xweyê dixine di nav vê sîtilê û heta ku dendikên zebeşan ava xwe berdin û piştre ziha bin û tên qelandin, li ser agir diminê. Xwê û dendik bi hev re te qelandin. Bo tehmê vê yekê dikin. Bêhna vê jî zehf xweş dibe. Piştre ku dendik hatin sorkirin, saetek an jî nîv saetê li ser bêjingên krom yên ku zengê nagirin disekinin da ku dendik sar bin. Di zivistanê de germ û sar bo me ferq nake lê li havînê hewaya henik an jî sî ji me re lazim e. Piştê ku germebûna dendikan jî çû êdî dendik tên ambalajkirin. Em dendikan, li gorî sîparîşan difiroşin. Bi giştî standardên me 25 an jî 10 kîlo ye. 25 kîlo dendik 150 lîre û 10 kîloyê jî 60 lîreye.”
Dendikan dişînin gelek cî û deveran
Doğan dibêje karsaz an jî bazirganên ku vê karê dikin, piranî dendikan dikirin. Ev bi xwe ji xencî dendikên xwemalî her wisa welatên wek ku ji Sûriye, Misir, Ukranya û Îranê dendikên xam jî dikire. Doğana ku diyardike tehma dendikên zebaşan yên xwemalî gelek rind e wiha pê de diçe, “Em xwe zeviyan navêjin, tucarên vê karê hene. Em diçin cihê dexl û danê tucar ji me re dendikan berhevdikin em jî ji wan dikirin. Li gorî pûç bûn û tijebûna van em ji tucaran kîloya dendikan an bi qasî 3 û an jî 6 lîreyê dikirin. Wekî din, pêwistiya her karsazê dendikê zebeşan digûhêre û heta 5, 10, 50 ton ji dendikên zebeşan dikirin. Ji hinek malan re 500 kîlo, hinek malên din re jî 5 ton dendik tê. Li gor rewşa aborî ya karsazên ku ji dendikên zebeşan dendik çêdikin, kirîna dendikan digûhêre. Kirîna dendikên zebeşan ji cotkaran zehmet e çimkî mexsûlên wan hindik e û em nikarin li hêviya wan bisekinin…” Doğan dibêje dendikan dişînin gelek cihan lê belê bi taybet Batman,Nisêbîn, Cizîr, Kerboran, Mîdyat, Antalya, Stenbol, Mersîn, ew bi xwe neşandiye lê dibêje ku sîparîşa dendikan heta Swêdê jî bûye... Sîparîşên ku tên xwestin bi piranî, Kurd dixwazin. Doğan destnîşandike ku bo vê karî sermeyekê divê û meriv dikare debara xwe ji vê karê ger şert û merc li hev were dikare bike.
HEFTENAMEYA BAS