BAS - Gönül Gün
Malpera Kurtcekitap, wek malpera firotina pirtûkan a online ya bi Kurdî kar dike. Di vê malperê de, him pirtûk û kovarên Kurdî him jî berhemên ku behsa Kurdan dikin tên firotin û her wisa malper ji bilî bi Kurdî, bi Tirkî jî xizmetê dide şopîner û xwînerên xwe. Berpirsiyarê Giştî yê kurtçekitapê Ekrem Malbat di derbarê xebatên kurtcekitap û rewşa bazara pirtûkên Kurdî de ji Heftenameya Basê re axivî.
Kurtcekitap di 2016an de cihê xwe di qada Kurdî de girt
Ekrem Malbat li ser avabûna malperê dibêje, kurtcekitap di Gulana 2016an de dest bi kar kiriye û wiha qala armanca xebatên kurtcekitapê dike, “Sedema yekemîn ku me dest bi vî karî kir ew e; me xwest em pirtûkên ku bi zimanê Kurdî an jî bi naverok behsa Kurdan dikin derxin pêş û bibin pirek di navbera xwînerên Kurdî û weşanxaneyên Kurdan de. Me bi vê niyetê dest pê kir û em vê gavê hatin astekê.”
Malbat, di derbarê têkiliya di navbera xwîner û weşanxaneyên Kurdî de wiha diaxive, “Di xwendevaniya pirtûkan de xala herî muhîm têkiliya di navbera pirtûk û xwîneran de ye. Ev pir çiqas baş bê avakirin ewqas îstifade jê tê kirin. Lê avakirina vê pirê ne hêsan e. Bi xisûsî ger xwîner Kurd û pirtûk jî Kurdî be ev hê zortir e. Lewra cihên ku Kurd lê dijîn li gelek deveran sîstemên kar ne xurt in. Her wiha hinek bêsistemî di weşanxaneyan de jî hene. Mesela weşanxaneyên Kurdan pir pirtûk çap kirine. Ji van pirtûkan gelek ji bo Kurdan bi qîmet in jî. Lê mixabin çapxane bi qasî ku girîngiyê didin çapkirina pirtûkekê, ewqas girîngiyê nadin danasîn û belavkirina wan pirtûkan. Mesela hinek pirtûk hebûn ku ez bi salan li wan digeriyam ku bi dest bixim lê min li tu deverê ew nedîtin. Niha carinan em dibînin ku heman berhem di depoyekê de bi sedan lib riziyane. Di vê mijarê de ez dikarim bi dehan mînak bidim. Hinek weşanxane jî hene em paşê dibihîzin ku pirtûk bi kiloyan firotine. Helbet, ew jî ji neçariyê ye lê disa jî sed car heyf. Îro bi sedan malperên pirtûkfiroşiyê hene û gelek pirtûkên Kurdan di van malperan de tên firotin. Lê ji ber ku ev malperên Tirkan e reklama pirtûkên Kurdî nakin. Mesela em wek kurtcekitap.com bi taybetî pirtûkên hemû weşanxaneyên Tirkan lênakin. Ji bo çi? Ji bo ku dîsa pirtûkên Kurdan nekevin paş winda nebin.”
“Herî zêde pirtûkên li ser ziman û dirôkê eleqayê dibînin “
Malbat destnîşan dike ku li gor dîtin û tecrûbeya kurtcekitapê zêdetir hin cure berhem eleqayê dibînin û wiha behsa van berheman dike, “Ji her cûreyê jî xwîner hene lê cûreyên herî zêde tên xwestin pirtûkên li ser ziman û yên li ser dîrokê ne. Di berhemên dîrokê de, piraniyên bi Tirkî hatine nivîsîn ew tên xwestin. Ji bo romanan jî tewecuhek heye lê ne ji bo hemûyan bi piranî romannivîsên naskirî pirtûkên wan tên xwestin. Mesela hinek pirtûk hene zêdetir li hinek bajaran tenê tên firotan. Wek mînak çend heb pirtûkên lêkolînî yên li ser edebiyata Kurdî hene bi piranî ji bajarê Mêrdînê tên xwestin. Sedem jî ew e ku li wir beşa Kurdî heye û ew pirtûk wek wane tên xwendin. Di nava van de pirtûkên zarokan jî di hêla xwestinê de gihiştin asteke baş. Lê ew asta ku em dixwazin re hê gelek maye mixabin.”
Malbat di derbarê bandora rewşa awarte û atmosfera sîyasî ya li ser firotina pirtûkên Kurdî de jî van agahiyan dide, “Mixabin ev salek zêde ye ku du alozî bi hev re hene. Yek qirîza aboriyê ye, ya duduyan jî aloziya siyasî ye. Xwîner heya xwe di van her du hêlan de azad nebîne bi dilxwazî pirtûkan nade destê xwe. Bi taybetî jî aloziya siyasî gelek bi bandor e. Lewra hinek xwîner hene dema ku pirtûkeke Kurdî distîne tam ne bawer e ku, ’gelo ev pirtûk wê sûdê bidê an zirarê! ’ Di pêvajoya çareseriyê de daxwazeke zêde hebû ji pirtûkên Kurdî re lê bi xelasbûna pêvajoyê re ew daxwazî jî gelek kêm bû.”
“Kurdên dîasporayê ji yên li welat zêdetir pirtûkan dixwînin”
Malbat li ser pirsa, ‘ji bo pirtûkên Kurdî, ji derveyî welêt jî sîparîş tên xwestin û zêdetir kîjan cure pirtûk tên xwestin?’ wiha dibêje, “Bi awayekî eşkere dikarim bibêjim ku Kurdên dîasporayê ji yên li welat baştir pirtûkan dixwînin. Çend heb sedemên vê yên muhîm hene. Yek jê ew e ku Kurdên dîasporayê di hêla rewşenbiriyê de em dikarin bibêjin ku di asteke jortir de ne. Ya duduyan di hêla aboriyê de tengasiyên wan kêm in. Ya din, ev ya herî muhim e; di hêla siyasî de tu xemeke wan nîne. Ji ber wê jî her cure pirtûkan dixwazin lê bi taybetî pirtûkên wêjeyê û yên ji bo zarokan dixwazin. Ev yek nîşan dide ku Kurdên dîsaporayê gelek girîngiyê didin perwerdehiya zarokên xwe. Dixwazin zarokên wan ji çand û zimanê xwe dûr nekevin.”
Ekrem Malbat li ser plan û xebatên kurtcekitapê jî wiha dibêje “Bi rastî dema me dest pê kir projeyên me gelek bûn. Ji projeyan di hişê me de cî nema. Lê mixabin rewşa siyasî ya li Tirkiyê her çû xerabtir bû. Wek herkesî me jî bandoreke neyînî jê dît. Ji bo pêşerojê jî projeyên me hene û xebatên me wê berdewam bikin.”
HEFTENAMEYA BAS