BAS - Gönül Gün
Hin kar û pîşe hene ku bi rastî jî taybet in û hosteyên van karan jî hindik in. Yek ji van karan çêkirina tizbiyan e. Tizbî wek tê zanîn di çanda Anatoliya, Mezopotamya û Rojhilata Navîn de heye an wek aksesuwar an bo îbadetê tê bikaranîn. Li hin bajarên Kurdan hosteyên tizbiyan hene û bi awayekî vî karî dikin. Yek ji van Xelîl Gezici ye ku ew 32 sal e li Sûra Amedê him tizbiyan çê dike him dide çêkirin û him jî difiroşe. Xelîl Gezici ji Heftenameya Basê re behsa çêkirina tizbî û piyasa vî karî dike.
32 sal in tizbiyan çêdike û difiroşe…
Xelîl Gezici ji Botanê ye lê li Diyarbekirê dijî û wiha behsa karê tizbiyan dike, “32 sal in vî karî dikim. Ev kar ji malbatê nayê. Meraqa min li ser tizbî û bikaranîna wê hebû. Dema emrê min bû 16-17 em hatin bajaran û me gelek kar kir. Me got em ji xwe re karekî din bikin. Em him tizbiya çêdikin him jî didin çêkirin û van hemûyan jî difiroşin. Ez ji karê xwe hez dikim û serdestê karê xwe me. Ez kedê didim her tizbiya ku dikeve dikana min. Hin karê sivik hebe ez li dikana xwe tizbî çêdikim û benik û serbendê van diguhêrînim lê ji ber ku çûyîn û hatina merivan çêdibe tizbiyên ku hinek zêde wext dixwaze û giran li malê çê dikim.”
“Bi hezaran cureyên tizbiyan hene”
Gezici wiha li ser cureyên tizbiyan diaxive, “Cureyên tizbiyan zêde ne. Mirov dikare bibêje ku bi hezaran cureyên tizbiyan hene. Dema kesek tiştekî bifiroşe li gor herêma ku lê dijî ka pêwistiya vê cihê çi ye û çi eleqe dibîne, karê firotinê dike. Em jî li gor vê rewşê dişuxilin. Ez bibêjim ji ber vê rewşê dora 20-50 cure tizbî li ba min hene. Giraniya me li ser hin tizbiyan e. Çimkî bikirên me kîjan cure tizbî bixwazin em jî wan difiroşin. Li herêma me herî zêde tizbiya karibar (kehribar) tê firotin. Em li gor qîmeta kevir tizbiyan dikirin, çê dikin û didin çêkirin û difiroşin. Di piyasayê de bihayê tizbiyan diguhêre. Ji 100 lîreyê dest pê dike heta 1,2, û 5 hezar û heta li piyasayê 10,15, 20 hezar lîreyê tizbî jî tên firotin. Li cem me jî ji bihayê 100 lireyê zêdetir tizbî hene. Helbet her kiryar li gor rewşa xwe ya aborî tizbiyan dikire. Hin kiryar tên dibêjin bila tizbiya min 10 lîre yekî din tê dibêje bila tizbiya min hezar an jî 2 hezar lîre be.”
“Morîk bi piranî ji rîçalê daran çêdibe”
Hoste û firoşkarê tizbiyan Gezici derbarê taybetmendiya cureyên kevirên tizbiyan de van agahiyan dide, “Hin kevir hene ji dora dewletên Baltık Rûsya, Ukranya, Lîtvanya li van deran derdikeve. Kevirên xwerû hene yanî tu made an jî tiştek din tê de tune. Ji erdê derdikeve kesên vî karî dikin vê ya dişopînin. Dema dinya ser û bino dibe dar û tiştên din dikevin, di bin axê de bi hezar an jî mîlyon salan dimînin, hişk dibin. Morîk bi piranî ji vê rîçalê daran heye, ji van çêdibin. Ji ber ku derxistin û peydakirina van madeyan zehmet e ji loma biha ne. Yên ku van madeyan derdixin û tînin li pîyasayê difiroşin kar dikin. Wekî din hin malzemeyên tizbiyan ji binê behrê tê derxistin û ji van jî tizbî tê çêkirin. Her wisa hin cureyên daran tînin dikin tizbî. Wekî ku dibînin ji gelek cure malzemeyan tizbî tê çêkirin. Li ser meselê, li navçeya Oltu ya Erzîromê ev 100 sal e kevirekî bi navê Oltu derdixin û ji vê tizbiyan çêdikin.”
Gezici wiha qala firotina tizbihên ku çêdike û dide çêkirin dike, “Welatiyên me yên ku li Ewropayê dijîn gava ku tên, tizbiyan ji me dikirin. Lê kesên biyanî, welatiyên Ewropa tu kes tizbî naxê destê xwe li ba wan bikaranîna tizbiyan şerm e. Wekî din li bajarên Tirkiyeyê kiryarên me hene û em tizbiyan didin kargoyê dişînin Îzmîr, Stenbolê. Helbet dema ku em bi vî şiklî tizbiyan difiroşin, em van kiryaran nas dikin û em ji hevûdu bawer dikin.”
“Hosteyên tizbiyan herî zêde li Rihayê hene ”
Li ser piyasaya tizbiyan jî Gezici van agahiyan dide, “Em hin keviran bi graman dikirin, bi dolaran dikirin, ji ber van sedeman biha ye. Li herêma me herî zêde hosteyên tizbiyan li Rihayê hene. Mirov dikare bibêje ku li Rihayê sedan kargehên tizbiyan vebûne. Dema ku diçî van kargehan, makîneyên wan ên piçûk hene û keviran dibirin dikin tizbî. Jin, mêr, zarok dixebitin. Divê meriv vêya jî bibêje, niha ferqeke mezin di navbera tizbiyên ku bi destan tên çêkirin û yên bi makineyan çêdibin hene. Li ser meselê, li Enqereyê hin hosteyên tizbiyan hene tevî ku tu melzemeyên tizbiyê dikirî û dide wan bo keda destê xwe jî 500 dolar distînin. Her hoste cuda bi cuda tizbiyan çêdike. Hin kiryar tên cem me û dibêjin tizbiya filan hosteyî ku çêkiriye li ba te heye? Di çêkirina tizbiyê de hostetî gelek girîng e û dibe ku kevir pir bi qîmet be lê ger hoste baş tizbiyan çêneke ev tizbî dimire. Li Diyarbekirê 4-5 hosteyên tizbiyan heye heta yek jî jin e û wê jî cî vekiriye û çêdike. Weki din li Xarpet, Mêrdîn, Semsûr, Meraş û Dîlokê hosteyên tizbiyan hene.”
“Li Sûrê çûyîn û hatina geştiyaran kêm bûye ”
Hoste û firoşkarê tizbiyan Xelîl Gezici yê ku li Sûra Amedê esnaftiyê dike li ser rewşa esnafên Sûrê jî wiha diaxive, “ Bi taybet ev 2-3 salên dawî yanî ji 2014an û pê ve di karê me de em dikarin bibêjin ku ji sedî 60-70 şikestinek çêbû. Hin mexdûriyetên esnafên Sûrî çêbûn û berdewam e. Şeş taxên Sûrê hema xira bûn û ji Sûrê gelek kesî koç kir. Niha bi dehan dikanên vala hene û berê dikanên vala tune bûn. Şerê kolanan çawa ku bandor li ser derûniya herkesî û civakê kir, bandor li ser aboriyê jî kir. Ji aliyekî ve, çûyîn û hatina geştiyaran li gor berê hindik bûye. Lê ez dibêjim heke em wek esnaf ev 2-3 salên dawî ne li ser lingên xwe sekinîbin. Çi dibe bila bibe emê li ser lingên xwe dê bisekinin.”
HEFTENAMEYA BAS