Pirtûkek û dîroka Radyoya Êrîvanê! Pirtûkek û dîroka Radyoya Êrîvanê!
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Pirtûkek û dîroka Radyoya Êrîvanê!

Di derheqê rexneya Têmûrê Xelîl û Weşandina Pirtûka bi navê “Di radyoya Êrîvanê de DENGÊ KURDÎ, Berhevkar & Wergêr: Zerî Înanç, Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî”yê de Bang e!

Ev demeke li ser pirtûkek ku Weqfa Beşîkçî çap kiriye, îtîraz û munaqeşeyek heye. Ji ber ku mijar “Radyoya Êrîvanê û kedkarên wê“ ne bala min dikişîne. Mijarek girîng e.

Di dîroka çand û awaza Kurdî de rola Radyoya Êrîvanê xwedî parek giranbûha ye. Mîna her Kurdekî ji salên damezirandina vê radyoyê û heta hilweşandina sîstema Sowyet, bandorek mezin li ser me/min kiriye.

Li her beşê Kurdistanê civat, di kathejmêra weşana Radyoya Êrîvanê de, li odan diciviyan û bi kelecanek mezin li benda awazê bûn. Carînan ku radyoyê xişînî dikir û baş dernediket, civat pir aciz û xemgîn dibû.

Ev rol û ev keda karmendên Radyoya Êrîvanê, li ser amadekirina pirtûkek a li ser vê mijarê ketiye asta munaqeşê ku “mafê kedkarên weşanê hatiye xwarin”(!)

Navê Pirtûk ê “Di radyo ya Êrîvanê de- Dengê Kurdî”

Nivîskara pirtûkê: Zerî Înanç

Weşanxane: Weşanên Weqfa Beşikçî, 2016

Li ser vê pirtûkê û rola vê pirtûkê; Têmûrê Xelîl mijarê û rexneyên xwe, îtîraza xwe bi du nivîsan aniye ziman. Piştî van nivîsên Têmûrê Xelîl, him nivîskara pirtûkê Zerî Înançê û him jî Weşanên Weqfa Beşikçî û him jî birêz İ. Beşikçî bersiva Têmûrê Xelîl dane. Lê ev bersîv bi gelemperî li ser du noqta digîhêjin hev; “zimanê Têmûrê Xelîl hişke, ne zimanê rexnê ye û dike mijara şerê navbera du malbatan“(!)

Dibe ku zimanê Têmûrê Xelîl “hişk“ be, “hesûdiyên navbera du malbatan têna xwe dabe ser şêwaza rexne“(!) ya Têmûrê Xelîl. Lê divê ev nebe sedema redkirina rexnê û veşartin û windakirina keda kedkarên Radyoya Êrîvanê. Divê kêmasî û xeletiyên lêkolîna ser mijarê, agahiyên nerast binçav nebin. Yek armanca rexnê jî zelalkirina mijarê bi xwe ye.

Têmûrê Xelîl di du noqta de eşkere dike ku:

“1. Casimê Celîl du salan, ango di 1955-1957an de serokê wê radyoyê bûye ku hê nebûbû radyoya fermî, ango radyoya testî bû.

2-Tevayiya karên radyoyê, hema bibêje ji sedî 95ê hemû karan, ji dema destpêka radyoya fermî ya dewleta Sowyetê, ji sala 1957an heta salên 1980yî, ango heta hilweşîna Sovyetê hatiye kirin (qeydkirina hemû stranan, hemû piyes-radyokompozîsyonan û hwd). Û di wan deman da, 24 salan, berpirsyar û serokê wê radyoyê yek kes bûye, navê wî Xelîlê Çaçan Mûradov bûye.“

 Têmûrê Xelîl, piştî ku van agahiyê dide, îtîraza xwe jî bi van hevokan tîne ziman:

“Tevayiya pirtûkê li ser Casimê Celîl û malbata wî ye ku xwedêgiravî wan bingehê radyoyê daniye û ew bi rê ve biriye. Li ser Xelîlê Çaçan û xanima wî ku 27 salan (ji destpêka radyoya Kurdî) bêjera wê radyoyê bûye, hema hema tiştek tune ye.”

Têmûrê Xelîl ji bona sererastkirina naveroka pirtûkê jî hinek hewl dane xwe ku ev “nerastiyên dîrokî bên sererast kirin“(!) û keda wan kedkarên Radyoya Êrîvanê-beşa Kurdî binpê nebe.

Mixabin dibêje:

“Berî ku ez gotara xwe binivîsim, min heqê vê yekê da bi serokê Weqfê Îbrahîm Gurbuzê birêz re xeber da. Ew camêr bi xwe jî li ser wê pirsê şaş û metel ma û soz da min ku bi Îsmaîl Bêşikçiyî bişêwire, ka çi bikin. Lê bi dû ra tu tişt ne qewimî. Min bi nivîskara pirtûkê Zerî Înanç xanimê re jî pêwendî danî. Her çendî ku wê şaşiyên xwe qebûl kiribin jî lê ji bo sererastkirina wan şaşiyan tu hewildanek ji aliyê wê ve diyar nebû. Lewma jî ez mecbûr mam vê gotarê binivîsim.“

Tê xuyakirin ku mijara rexnê gîhaye nivîskara pirtûkê Zerî İnançê, Serokê Weqfa Bêşikçî û birêz İ. Beşikçî û him jî Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkciyî. Li ser “gotarên Têmûrê Xelîl“ gotar girtine pênûsê û li ser meselê hûr hûr bûne.

Di vî warî de ji ber ku birêz İ. Beşikçî ne serwextê zimanê Kurdî ye, mijar çiqas rast ji birêz Îsmaîl Beşikçî re hatiye îzah kirin an tercûme kirin, ez nizanin(!) Lê ez birêz İsmail Beşikçî, di van waran de hesasiyeta wî a rexnê baş dizanim. Di asta jibîrkirinê, an binçavkirinê û mafxwarinê de pir mînakên ku birêz İ. Beşikçî rexne kirine û hesasiyeta xwe eşkere kiriye hene. Di warê rexnê de hesasiyeta birêz İ. Beşikçî diyar e.

Lê birêz İ. Beşikçî di gotara xwe de rexneyên Têmûrê Xelîl di derheqê malbata Casimê Celîl de, di derheqê nivîskara pirtûkê û di derheqê Weşanxaneyê Weqfa Beşikçî de qeneata xwe a li ser Têmûrê Xelîl wî wek “êrîşker“, îşaret dike û wek “şer di navbera du malbatan“ de tîne ziman û dibêje:

“Têmûrê Xelîl, wek tê zanîn li Swêdê dijî, ji Kurdên Êrîvanê ye, bi awayek mezin hêrîşê vê pirtûkê kiriye. Bi awayek pir mezin hêrîşê bo Zeri İnança ku pirtûkê bo weşanê amadekiriye, bo Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ku pirtûkê weşandiye, bo Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî, bo Îsmaîl Beşikciyî, bo Cesîmê Celîl, bo zarokên wî Prof. Dr. Ordîxanê Celîl, Prof. Dr. Celîlê Celil, Cemîla Celîl û Zîna Celîl kiriye. Ji ber ku bi Zeri İnançê re hevpeyvîn kiriye, hêrîşê Agosê jî kiriye.“

Di bersîva birêz Beşikçî de eşkere dibe ku di derheqê pirtûk û rexna Têmûrê Xelîl de, nivîskara pirtûkê Zerî İnançê jî biberfirehî bersîva Têmûrê Xelîl daye. Di nivîsa Birêz İ. Beşikçî de ev not heye:

“Zerî İnanç di 20.03.2017 de di derheqê pirtûk û naveroka wê de biberfirehî bersîv daye" Têmûrê Xelîl. (Mixabin nivîsa Zerî Înanc neket destê min. Ji ber wê jî ez nikarim li ser nivîsê tiştekî erênî, an neyênî bêjim).

Birêz İ. Beşikçî piştî van agahiyan qenaeta xwe eşkere dibêje:

“Bi qenaeta min pirsgirêka sereke ya Temîrê Xelîl ev e. Têmûrê Xelîl li hember Casimê Celîl û zarokên wî bi kurtayî li hember malbata Celîl hesûdiyan dike. Ev hesûdî her ku diçe dikeve warê dijminatiyê.“(!)

Helbet di warê lêkolînên ser çanda Kurdî, wêjeya Kurdî, muzîka Kurdî, folklora Kurdî de keda malbata Celîlê Casim nayê înkar kirin û wê neyê înkarkirin jî. Kar û xebatên vê malbatê di van waran de cîhê pesindanê ne. Lê divê munaqeşeya li ser pirtûkê, kêmaniyên wê û malbata Celîl ji hev bêt qetandin. Di vir de xeletiya mezin a Têmûrê Xelîl ew e ku di parastina mafê Xelîlê Çaçan Mûradov û karmendên Radyoya Êrîvanê de şêwazek “hişk“ bikar aniye û ev jî bûye bêbandorkirina rexneyê a wî li ser naveroka pirtûkê. Heger di naveroka pirtûkê de kêmasiyek, an jî xeteriyek, an jî jiçavdûrkirina kedek salan a kedkarên Radyo ya Êrîvanê-beşa Kurdî hebe; divê liser lêkolîn, konferansek çêbibe û ev mijar ji nakokiyên şexsî-malbatî dûr, ji hev bên veqetandin. Divê em rê nedin berbihewakirina kedê.

Piştî ku birêz İ. Beşikçî gotara Têmûrê Xelîl di vî warî de bi şîweyek “êrîşker“ binav dike, tîne ziman ku: “Saziyek cidî vek Wekfa Bêşikçî (ÎBV) ku hurmetê ji kar û xebatên malbata Casimê Celîl girtiye û gihandiye raya giştî a Kurd, ev kar Têmûrê Xelîl pir aciz kiriye.“(!)

Birêz İsmail Beşikçî tesbîtek din jî dike û bi van çend xetan jî naveroka pirtûkê eşkere dike ku:

“Ev pirtûk despêka damezirandina Radya Êrîvanê beşa Kurdî a sala 1955an kiriye mijar. Lê ew kesên ku bahsa wan dibe wek dê û bavê Temûrê Xelîl, di 1957 an de dest bi kar kirine.“

Li ser mijarê Weşanên Weqfa Beşikçî jî bi kurtnivîsekê hinek tiştan tîne ziman. Eşkere dike ku:

“Divê em kêmasî û krîtîkên xwe di qada dijberî û heqaretê de rawerde nekin. Divê armanca rexneyê pozitif be ku jê encam were standin û spartin. Ji wê bonê rexneyên Birêz Têmûrê Xelîl ji bo me her çiqasî meşrû û mafdar bête dîtin jî, zimanê wî yê heqaretê yê dijberî weqfa me Weqfa Îsmaîl Beşikcî, Zerî Înanç Xanimê û Celilê Celil û berhema ku ji aliyê me ve hatiye weşandin ne cihê xwe de ye û em qebûl nakin, divê ev zimanê hişk ji aliyê ti kesên ku dostên çanda Kurdan e jî neyê qebulkirinê. Divê di nav rewşenbîr û saziyên Kurdan de hişyarî, krîtîk û rexne hebe, lê heqaret ti carekî nebe. Azadiya ramanê û tehamula rexneyê cuda ye, bes zimanê hişk her ziyan ji me re peyda kiriye.”

Wek ku min li jor got; di bersîva Weşanên Weqfa Beşikçî de jî a li ser şêwazê rexneya Têmûrê Xelîl rexne, bi şîweyek “hişk, heqaret” hatiye qebûlkirin. Lê dîsa jî bal kişandiye ser guftûgoya ser pirtûkê û dibêje:

“Mimkun e ku di wê pirtûkê de kêmasiyên xwe yên pir berbiçav jî hebin. Mimkun e kesên ku ev enforme kiriye kêm û kêmasî enformasyonan jî bide. Ev tabiiye ku hewceyî rexneyê be jî. Mimkun e ku dizayin û amadekirina pirtûkê jî bête ber tîra rexneyê. Lê ev rexne û eşkerekirina kêmasiyan nabe ku mirov wan hewildan, lêkolîn û nivîsan ji binî ve reş bike. Dijber bibe û dijminatiyê bi dar bixe û derxîne qada nakokiyên man û nemanê yên dilnexwaziya ji mêj ve.”

Weşanxaneya Weqfa Beşikçî li ser rexneyê hûr dibe. Lê li ser naverok û xeletiyên dîzayn û kêmasiyên pirtûkê qenaetek raser wek rapor dernexistiye. Ev jî bi şîweyek “mimkun e” tîne ziman! Gelo çima ne raser qenaet, lê peyva “mimkun”e hatiye bikaranîn?

Weşanên Weqfa Beşikçiyî li ser rexnê û rewşa pirtûkê, çawaniya amadekirina pirtûkê de jî “xwezil”ya xwe jî wek daxwaz bi van xetan tîne ziman.

“İro em dibêjin xwezila dema ku Zerî Xanimê pirtûk amade kiribû, ji cenabê Têmûrê Xelil re jî têkildar bibûya û di derheqê Radyoya Erîvanê de nirxên wî û xebatên bavê wî, fena berpirsiyarekî Radyoya Erivanê weke hêja Xelîlê Çaçan jî di vê pirtûkê de rabigihanda me.”

Di vir de berî ku em bigihêjin qenaetekê, divê em bi hinek pirsan re bergê pirtûkê û naverok û armanca pirtûkê zelal bikin.

Madem pirtûk armanca wê nirxandina destpêka damezirandina Radyoya Êrîvan beşa Kurdî ye, rola malbata Celîl e, çima navê pirtûkê ewqes fireh hatiye amade kirin?

Çima peyama seranserê dîroka weşana Radyoyê dide ku bûye sedema rexnê? (Di Radyoya Êrîvanê de DENGÊ KURDÎ)!

Gelo berî ku pirtûk bê çapkirin, him nivîskara pirtûkê û him jî Weşanxaneya Weqfa Beşikçî ev ferq nekirine?

Helbet ev nav, seranserê dîroka weşana radyoyê digire nav tayê dîrokê. Yê ku bergê pirtûkê mêze bike, ew qenaet pêre çêdibe. Gelo hayê birêz İ. Beşikçî ji vê îtîrazê çênebûye?

Bi qasî ku ez navê pirtûkê, Dîroka Radyoya Êrîvan beşa Kurdî, mafê rêveber û kedkarên vê keda pîroz tînim cem hev; ev munaqeşe, wî karî dixe bin neheqiyekê, an bandorek neyênî. Ji bona ku ev neheqî û bandora neyênî ji holê bê rakirin, du rê derdikevin ber me:

1-Divê; ya Weşanên Weqfa Beşikçî û nivîskara pirtûkê li ser guhertina navê pirtûkê rawestin û divêtiyê bibînin ku navê pirtûkê fireh hatiye girtin û ne li gor naveroka pirtûkê ye, ku ev pirtûk tenê beşa Casimê Celîl û destpêka avakirina radyoyê ye.

Dikarin di vî warî de guhertinê çêbikin. Herger wek ku birêz İ. Beşikçî dibêje, “Ev pirtûk destpêka damezirandina Radya Êrîvanê beşa Kurdî a sala 1955an kiriye mijar“(!) Wê wextê çima wê navê pirtûkê seranserê dîroka radyoyê tomar bike, an jî bibe sedemê îmajek wiha?

Xalek îtîrazê di vir de ye!

Nivîskara pirtûkê û Weşanxaneya Weqfa Beşikçiyî dikarin di vî warî de lêkolînekê bikin, li rewşenbîr, karmend û hunermendên wê demê re têkiliyan deynîn, nivîsan, belgeyan bigirin û di çapa duyem de tomar bikin, vê neheqiyê ji holê rakin.

2-Eger ev neyê kirin, gavek din heye ku di vî warî de ji şahid, lêkolîner û rewşenbîr, pisporên Kurdên Êrîvanê re konferansek bê amadekirin. Ev kesên kedkarên vê radyoyê keda wan bi belge û şahidan bê tomarkirin ji bona ku mafê van kedkaran bibe malê dîrokek nivîskî. Ev kar dikeve ser pişta nivîskara pirtûkê Zerî Înançê, Wekfa Beşikçî. Dikarin di çapa duyem de jî naveroka konferansê bi nivîsekê pêve deynin.

Bi raya min ev xebata vê pirtûkê ketiye bin bandorek neyênî û weqfeke wek Weqfa Beşikçî, kesayetiyek wek İsmail Beşikçî û nivîskara pirtûkê Zerî Înanc, bê lêkolînek bingehîn nikarin vê “rexnê” ji holê rakin. Divê li kedkarên radyoyê, rewşenbîr û şahidên demê guhdarî bikin.

Ev mijar, hewcedariya wê bi lêkolînek bingehîn heye ku di vê lêkolînê de mafê hemû kedkarên Radyoya Êrîvanê bê parastin. Bar li ser pişta Weşanên Weqfa Beşikçî, nivîskara pirtûkê Zerî Înanç û kedkar, rewşenbîr û hunermend, rojnamevanên Kurdên Êrîvanê ne. Divê xwedî li vê kedê derkevin û bi şîweyek berpisiyarî mafê keda dîrokî binirxînin, biparêzin. Ev jî ne dijîtiya Casimê Celîl û malbata wan e.

Ev mesele bi amadekirina konferansekê çareser dibe.