BAS - Marîa Ayaz
‘’Dema tu kesî tuneye ku bisekine û li tiştên tenik bifikire… ‘’
Gülten AKIN*
Fîlmê Andrei Tarkovsky Awêne, di dîroka sînemaya cîhanê de cihekî girîng digre. Gelek klîşeyên sînemaya helbestî bi sînematografiya Andrei Tarkovsky dest pê kiriye.
Tarkovsky berî her tiştî, kurê bavekî şair e. Bavê wî helbestvanê ûris Arseni Tarkovsky ye. Genetîk û çanda helbestê ji bavê xwe stendiye. Ji ber wilo, ew bandor xwe di fîlmên wî de nîşan dide.
Fîlmekî ku ji rexneyê re zêde vekirî û di heman demê de jî zêde girtiye Awêneya Tarkovsky.
Goethe dibêje ku; ‘Berhemek çiqasî dur be ji rexneyê re, ewqasî bi qîmet e.’
Awêne, ji xewn û dîmenên di binhişê Tarkovsky de pêk tên. Yanî dîrektor zarokatiya xwe nîşanî me dide di perdeya spî de…
Fîlm bi dîmenekî ji xwezayî dest pê dike. Li bexçeyekî li ser kevîka hejikê hewşê runiştî, jineke boz û xweşik, cixare di destê wê de, li asoyê dinêre. Ji dur ve mêrek tê. Mêrikê ku çenteyekî piçuk di destê wî de ye bi jinê re diaxive. Ji jinê cixareyekê dixwazê. Mêr jî li ser hejikê hewşê rudine. Ji nişkê ve dar dişke. Herdu dikevin ‘erdê. Bi hev dikenin…
Di pirtuka xwe ya bi navê ‘Dema Mohrkirî’ de Tarkovsky qala pêvajoya çêkirina fîlmên xwe dike. Dema qala fîlmê xwe Awêne dike, ew bi xwe jî nikare bi temamî vebêje naveroka fîlm. Ji ber ku ew, fîlmê xwe bi ruhekî cuda kişandiye. Bi dîmenan helbestek nivîsandiye û ez bawer im ji wî pê ve tu kes nikare têbigihîje…
Em dikarin bibêjin ku Tarkovsky ev fîlm ji bo xwe, dayika xwe û bavê xwe kişandiye û temaşevan, ji qewlê Laura Mulvey wan rontgen dikin…
Binhişê Tarkovsky binhişekî pak e. Li wir, demên di temenê wî de yên herî bi bandor di dema zarokatiya wî de diqewimin. Bavê wî, wî û dayika wî diterikîne diçe leşkeriyê. Serbazekî di artêşa ûris de ye bavê wî. (Şairekî leşker…)
Piştî çûna bavê wî, ew û dayika xwe tenê dimînin. Ew demên wî û dayika wî em dibînin di fîlm de. Di fona fîlm de jî gelemperî helbestên bavê wî em dibihîzin ji dengê Tarkovsky.
Helbestên bavê wî gelekî girtî ne mîna fîlmên kurê wî. Helbestên pir zelal in lê dîsa jî mirov hîs dike ku tiştine sergirtî di pişt wan de hene. Di navbera dê, bav û lawik de…
Tarkovsky ji xirecir, tevlihevî û keft û leftê zêde aciz e. Ev acizî di hemû fîlmên xwe de vegotiye. Ji mirovan re, bi dîmenên xwe dibêje ku; ‘Bisekine, ev çi lez e? Hinekî li xwezayê, li der û dora xwe meyzêne. Bisekine. Jixwe dinya li dora xwe, li dora te digere. Meyzêne ev şibake ye, ev perde ye, ev ba ye, ev kulîlk e. Ev kulîlka beybûn e ewa din gûl e. Ev gûl pembe ye…’
Tu lezgîniya Tarkovsky tune ye. Jiyanê hêdî hêdî dijî. Mîna bavê xwe, ristik ristik dibîne hemû bûneweran. Pisporê hûrgûliya ye.
Di fîlmê Awêne de Tarkovsky, mîlîtarîzm, şerê cîhanê yê duyem û rewşa Rûsya, ya demên şer jî vegotiye. Leşkerên zarok, westiyayî, bêhêvî mayî û maxlub…
Tarkovsky ji mekanên xirbe, wêran û deforme hez dike. Di fîlmê xwe Awêne de gelek mekanên wilo bikaranîne. Di nava daristaneke dor vekirî de, li maleke bi textikan, bi dîmenên mîna tabloyên Van Gogh fîlmek kişandiye.
Xweza û mirov bi hev re dilîzin di fîlm de. Tarkovsky, xwezayê jî mîna lehengekê dibîne. Pelek ji darê weşiyayî, bîrek, kûlîlkek jî dikare bibe lehengeke Tarkovsky.
Tarkovsky di pirtuka xwe ya bi navê ‘Dema Mohrkirî’ de dibêje ku, divê ramaneke tevlihev û felsefeyeke helbestî qet ewqasî hêsan neye vegotin. Divê sergirtî be. Vegotineke sergirtî…
Engels dibêje; ‘Fikrên nivîskarekî çiqasî veşartî bin, ji bo hûnerê ewqasî baş e.’
Dibêje ku; ‘Dema ku carekê ji hev fêm kiribe du mirovan, ew herdu mirov heta hetayê wê karibin ji hev fêm bikin.’
Di fîlmê Awêne de, sereke-leheng qet xuya nake. Lê bi dîmenên ku em dibînin û bi helbestên ku têne xwendin em leheng nas dikin. Em dikarin di derbarê leheng de têbigihîjin hinek rastiyan… Leheng Tarkovsky bi xwe ye. Car caran bi dayika xwe re bi telefonê diaxive, qala demên bihurî dike. Car caran jî qala nuanseke ji zarokatiya xwe dikî. Tiştina dipirse ji dayika xwe.
Li gorî Tarkovsky mirov, ev çar hezar sal in ku hînî tu tiştî nebûne. Çar hezar sal in ku ji sirra jiyanê bêhay in. Ji wateya hebûna xwe bêhay in.
Andrei Tarkovsky, ji edebiyatê pir hez dike. Bingeheke wî ya fireh heye. Ji Goethe, Herman Hesse û Marcel Proust pir hez dike.
Têkiliya Proust ya bi dapîra wî re û têkiliya Tarkovsky û dayika wî dişibe hevdu.
Ji dîrektoran jî, ji Luis Bunuel hez dike. Di fîlmên derhênerê îspanî Bunuel de jî wateyeke girtî, vegotineke sergirtî û surrealîzm heye. Xewn hene… di heman demê de jî rexneyeke veşartî ya di derbarê kapîtalîzmê de heye.
Di fîlmê xwe Awêne de Tarkovsky, helbest, wêne, edebiyat, felsefe, psîkolojî û gelek mijarên din bi hev re, helbestek ji dîmenan hûna ye. Helbesteke dirêj…