Pîştî bûyerên Kerkûkê nakokiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de yek ji pirsên herî tê munaqeşe kirin pirsa ROSNEFT û BPê ye. Herdû şîrket, du şîrketên petrolê yên herî mezin yên navnetewîne, di nav pênc şîrketên navnetewî yên herî mezin li cîhanê ev herdû şîrket hene, weke eşkereye ku heta sala borî Exxonmobil a DYA ku bi mezinbûna xwe di rêza yekemîn de cih digirt îsal ROSNEFT a Rûsya kete pêşiya wê û niha xurttirîn şîrketa di warê petrola cîhanê de ye. Her weha ji bo malûmat Gerhard Şröder serokê Almanya yê berê ji meha tebaxê û vir de bûye serokê şêwra midurên ROSNEFTê ku ji 11 kesan pêk tê. Ji xwe BP jî a Brîtanya ye. Weke tê zanîn ROSNEFT beriya referandûmê bi çend rojan bi Herêma Kurdistanê re peyman çêkir ji bo bikaranîn û derxistina bazara cîhanê ji bo petrola Herêma Kurdistanê li gor peymanê 5 bîrên (Beg Hesen, Awana, Mîran, Eyn Salah û Begwan) petrolê ku taqeta wan rojê dor 750 hezar bermîl bû wê bihata bikaranîn. Piştî ku Kerkûk kete destê hikûmeta Iraqê di destê Herêma Kurdistanê de ji wan 5 bîrên ku li gor peymana ROSNEFTê û Herêma Kurdistanê bes bîrên Awana û Beg Hesen man di dest kurdan de, ku rojê li dor 250 hezar bermîl petrol derdikeve. 3 bîrên din man di destê hikûmeta Bexdayê de û piştî girtina Kerkûkê hikûmeta Bexdayê yekser bi BPê re peyman li ser van her sê bîran çêkir. Ji xwe arkîtektorê plana Kerkûkê ku Brîtanya bû sebebê wê yek jî ew bû ku ew petrola Kerkûkê bikar bîne. Yek ji plana îngilîzan ew bû ku şer di navbera pêşmergê YNK û PDK-Î de derxe ku bi karibe bi rehetî petrolê bigihîne Ceyhana tirka û bibe bazara cîhanê. Ji ber Îngilîz dizanin boriyên petrolê di Kurdistan de derbas dibin û hikumeta Hewlêrê li ser linga be tevlihevî û şer li Kurdistanê nebe, bê ku bi kurdan re li hev bikin nikarin petrolê bibin Ceyhanê. Birêz Mesûd Barzanî bi durdîtina xwe ev plana Îngilîzan têk bir. Niha plana Îngilîzan nîvco ma û diyare zehmete bikaribin petrola Kerkûkê bi serê xwe bi kar bînin. Beriya her tiştî li gor peymana ROSNEFT û Herêma Kurdistanê ji %60 xeta boriya di Herêma Kurdistanê ku petrol tê de diçe Ceyhanê di mulkiyeta ROSNEFTê de ye bêyî destûra ROSNEFTê BP nikare petrola Kerkûkê bigihîne Ceyhanê her weha BP bêyî destûra Herêma Kurdistanê jî nikare petrolê bigihîne Ceyhanê ji ber tekane deriyê sînor Fişxabûr e ku petrol tê de derbas dibe. Ji ber wê ye Brîtanya, Iraq û Tirkiye dibêjin bira deriyê Fişxabûr teslîmî hikûmeta merkezî bikin. Weha diyare an Bexda û BP divê bi hikûmeta Herêma Kurdistanê û ROSNEFTê re li hev bikin an na tu petrola ku Îngilîz ji Kerkûkê bigihînin Ceyhanê nîne. Bêguman Herêma Kurdistanê divê xwe ji suprîzên xerab yên Îngilîzan re hazir bike, ew ê her lê bixebitin petrola Kerkûkê bigihînin Ceyhanê. Gelo Îngilîzê karibin bi rexmê kurdan û rûsan petrola Kerkûkê bigihînin Ceyhanê? Di van demê nêzîk de wê eşkere bibe. Lê diyare zehmete Îngilîz karibe rexmê kurdan û rûsan karibin projeyeke weha bibin serî. Li gor peymana ROSNEFTê a bi Herêma Kurdistanê re ji 3 milyar $ 1 milyar niha avans Herêma Kurdistanê wergirt, deynê şîrketa Emîrata a neft û gazê DANA GAZ daye, herweha milyarek jî ji bo avakirina xeta boriya a nû ye ji bo bigihîje Ceyhanê. Girtina Kerkûkê ji alî hikûmeta Bexdayê ku 3 boriyê nefta di peymana ROSNEFT û Herêma Kurdistanê de bû wê tu tesîrek mezin li ser peymanê neke. ROSNEFT dikare li herêmên di bin destê kurdan de ne 3 an zêdetir bîrên nû yên petrolê bikole û petrolê derxe. Tişta xuya dike ji ROSNEFT an BP kî ji wan dikare petrola Kurdistan û Iraqê derxe bazara cîhanê? Li gor heta niha diyare şansê ROSNEFTê ji yê BP bêhtire. Ji ber çi? 1- Têkilî û peymanên aborî yên kurdan ji Îngilîza bêhtir bi rûsan re xweş in. 2- Deriyê sînor û boriyên petrolê di dest kurdan û rûsan de ne. 3- Ji bo razî kirin û mecbur kirina Tirkiyê û hikûmeta Bexdayê ji Îngilîz û Rûsya, rûs qozê di dest wan de ne ji yê Îngilîzan xurttirin. Yek jê têkiliyên Rusya ji yên Îngilîza bêhtir bi Tirkiyê re xweş in dervî vê rûs ji Îngilîzan bêhtir dikarin zorê bidin Tirkiye. Tirk niha ji Îngilîzan bêhtir muhtacî rûsane gelek qozên di dest rûsan de hene ku dikarin zorê bidin Tirkiye. Weke mînak Tirkî dixwazê bibe welatê tranzît yê petrol û gazê, niha hinek xetên petrol û gaza rûsan ji Rûsya ji bo biçe Awrûpa di ser Tirkî re diçe. Tirkî bixwaze rê li ber petrola ROSNEFTê ji Kurdistanê bibe Ceyhan bigire wê tesîrê li ser a ji Rûsya jî diçe bike. Dimîne hikumeta Iraqê, heta radeyekê têkiliyên Rûsya bi hikûmeta Bexdaye re ne xerab in, ya din jî ji bo zor dana Bexdayê Rûsya dikare di ser Îranê re zorê bide Bexdayê. Her weha di warê geopolîtîk de Rûsya ji Îngilîzan bêhtir dikare tesîrê li ser Tirkî û Iraqê bike. Ev tev ji me re rê dide rêdan ku şansê kurd û rûsan. Kurd, rûs û Bexda, bi hev re. Ne Îngilîz û Bexda wê proja petrola Kurdistanê bibin bazara cîhanê heye. Kurd dive xwe ji guhertinên pozîtîv ji bo kurdan amade bikin. Li pişt şerê ekonomîk di navbera zir hêzên navnetewî hesabê geopolîtîk jî hene.