Amerîka herêmeka aram li Sûriyê û derdora wê Amerîka herêmeka aram li Sûriyê û derdora wê
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Amerîka herêmeka aram li Sûriyê û derdora wê

Ekrem ÖNEN
Bas - Di vê hefta borî de Serokkomarê DYAyê Trump di hevpeyvîneka xwe de bi ABC News re diyar kir ku “Ewropa şaşîtîyeka mezin kir ku ji Sûriyê û welatên din yê herêma Rojhilata Nêzîk ku tevlihevî lê hene bi mîlyonan mihacir vergirtine. Divê DYA di hundir 120 rojan de standina mihaciran bisekinîne. Kesên ji DYAyê re tehlîke bin lazim e zû ji welat bihêne derxistin, herweha siyaseta admînîstrasyona berê ku mihacir ji Sûriyê wergirt şaş bû ’’jiber wê ez bi niyet im li Sûriye û herêmên dora wê herêmên aram ava bikim “ li gor proja ku The New York Times de belav bûye, Trump ji wezareta derve û PENTAGONê xwastîye di hundir 3 mehan de projeyekê di vê derbarê de amade bikin. Ligor The New York Times, ne diyar e ka dê li kû herêmên aram bihêne ava kirin û kî dê van herêman biparêzin. Beyanên Trump ne pir zelal in, ji vê beyana wî mirov têdigihê avakirina herêmên aram, ji geopolîtîk bêhtir geoekonomîk e û ewlekarîya hundir a DYAyê ye. Ev proje diyar e heta 3 mehan dê baş diyar bibe bê ka ev çi ye? Wek eşkere ye ev pirs berîya salekê jî kete rojevê, lê derveyî Tirkiyê kesekî piştgirî neda vê projeyê. Ne DYA ne Rûsya ne jî Yekîtîya Ewropayê. Niha ev proje dê bi çi awayî be û kî êê piştgirî bidê ne diyar e, ji alîyekê din Sûriyê niha kete qonxeka nû; rewş û helwêsta aktorên esasî Rûsya, DYA, YE, Tirkiye, Îran, Erebistana Siûdî û Qeterê hate guhertin.
Her çiqas ne bi xurtî be jî niha işaretên ber bi prosesa aramîyê ve diçe hakim e. Ev proses weha diyar e piştgirîyeka xurt dibîne. Bi taybet Yekîtîya Ewropa niha bi xurtî piştgirîye dide vê prosesê; sebeba esasî jî sekinandina hatina mihaciran û ewlekarîya Ewropa ye. Trump dixwaze bi Rûsya re di pirsa Sûriyê de li hev bike. Beşdarîya wan a civîna Astana yek ji işaretên wê bû. Pirsa herêma aram a ku Trump dibêje, dê çawa be, di nêzîk de eşkere dibe. Ka gelo herêma aram dê ji kurdan re stratejîk yan niqaşbar be, hêj ne diyar e. Jiber DYA bi îhtîmaleka xurt wê bixwaze vê planê bi tirkan re bike, heger tirk niha qebûl bikin. Jiber niha rewşa wan a Sûriyê hate guhertin helwêsta xwe guhertine û niha piştî beyana Trump a herêma aram, Tirkiyê eşkere nekirîye çiqasî bi germî li vê pirsê dinere. Heger tiştekê weha bibe, diyar e DYA eskerê wê nîne û vê ya bi îhtîmaleka xurt ku bibe dê tirk jî bêjin erê Tirkiyê dê derbasî nav axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bibin û paşê derketina wan gelek zehmet dibe. Mînaka başûrê Kurdistanê li ber çava ye, di dema destpêka bûyerên Iraqê û şerê navxweyî ordîya tirk derbasî nav axa Kurdistanê bûn û li dor 10 nuqtan bi cî bûn. Ev dor 30 sal e li başûrê Kurdistanê nikarin wan derxin. Ev dikare were serê Rojavayê Kurdistanê jî heger kurd bi dîqet tevnegerin.
Gelek ekspertên siyasî dihesibînin ku projeyak DYA weha hebe dikare şûna eskerê xwe bîne herêmê, dikarin bi pêşmergeyên Rojava ku li başûrê Kurdistanê vî karî bikin,ev ne pir dûrî aqila ye, jiber herêmên aram wê ne li herêmên rojavayê Kurdistanê bin, jiber rojavayê Kurdistanê YPG kontrol dike. Bê gûman derbasbûna pêşmergeyên Rojava xwastin û daxwaza her kurdekî ye û ev demeka dirêje gelek caran muhawele hate kirin ku derbas bibin ev muhawele bi ser ne ketin. Sebebê asasî jî ewe kû YPG razîbûna xwe bi derbasbûna wan a rojavayê Kurdistanê nade.
Herweha Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî jibo ku pevçûn an şerek di navbera pêşmergeyên rojava û YPG dernekeve heta niha derbasbûna pêşmergeyên Rojava sekinandîye. Bê guman niha jî rîskeka wiha heye; wekî eşkere ye YPG her dem dide diyar kirin ku ew qebûl nakin ti hêzên din li Rojava hebin. Niha jî eşkere kirin ku ‘’kî dixwaze şer bike kerem kin di nava refê YPG de şer bikin.’’ Bê guman pirsa derbasbûna pêşmergeyên Rojava û dijderketina YPG ne bi kurdan ve girêdayî ye. Ev pirs bêhtir geopolôtîk e û bi hêzên mezin ên navneteweyî û dewletên herêmê ve girêdayî ye. Di vê prosesê de hêja ye kurd xwe ji dewletên herêmê bi dûrxin û xwe nêzî DYA, Rûsya û YE bikin. Ev ji bo hemû perçeyên Kurdistanê derbas dibe.
Bi taybet divê kurd xwe ji tiştekê grîng re amade bikin. Her çiqas wê herdem nakokî di navbera DYA û Rûsya de hebe, jiber nakokîyên wan global e, lê niha pir eşkere dibe ku di demên pêşîya me DYA û Rûsya dê liser pirsgirêkên herêma Rojhilata Nêzîk - Navîn li hev bikin. Kurd bikaribin di nava prosesê de bin û vê prosesê baş bixwînin dê gelek tiştên mezin bi dest bixin an na DYA û Rûsya her dê bixwazin ji kurdan re statuyek hebe. Wekî mînak niha Rûsya reşnivîseka yasaya bingehîn a Sûriyê li civîna Astana belav kir ku di wir de ji kurdan re desthilata herêmî heye.
Bi ya min divê kurd bi vê tenê nehên ser, hîn bêhtir, bi kêmanî federasyonê, bixwazin. Min berê jî gotibû Rûsya ji federasyona Sûriyê re amade ye. Ev reşnivîs hinekî konjukturel e jibo muxalefeta ereb a natsîonalîst di civîna ewil de aciz neke desthilata herêmî pêşneyaz kiriye. Jiber wê min di demê berê de behs lêkir ku kurd lazim bû bihevre liser navê kurdan ketibana civîna Astana. Divê hêzên siyasî yê rojavayê Kurdistanê pir zû li rêyên diyalogê bigerin, ne ku xelk ji wan re bêje; bila pêşmergeyên Rojava derbas bibin an na divê ew li hev bikin pêşmergên Rojava jî derbasî Rojava bibin û hemû bi hevre rojavayê Kurdistanê biparêzin û aktîv wekî kurd di nava prosesê de bin. Pirsgirêka Sûriyê hêdî hêdî ber bi fînalê ve diçe. Kurd prosesê baş nebînin dikarin fersendên dîrokî ji dest bidin
Heftenameya Bas