Li Polonya bi boneya duyemîn salvegera komkujiya Şingalê xwepêşandanekê lidardixe Li Polonya bi boneya duyemîn salvegera komkujiya Şingalê xwepêşandanekê lidardixe
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Polonya bi boneya duyemîn salvegera komkujiya Şingalê xwepêşandanekê lidardixe

Wê di dawiya çalakiyê de yadîgarek jibo parlemena Polonya jibo naskirina komkujiya Şingalê wek cînosayid.

Aran Tehsîn

BasNews- Di duyemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî û girûpên itnîk ên din bi destê DAIŞê, sibe Rewenda Kurdî li Polonya bi alîkariya dostên xwe yên polonî dê xwepêşandanekê sazbikin li ber parlemenaê wî welatî li Warso.

 

Beşdarbûyên xwepêşandanê dê wêne û siloganên cuda ku kareseta Şingalê bibîr tînin hilgirin, herwiha dê daxwaza alîkariy bêhtir jibo Herêma Kurdistanê jibo şerê lidijî DAIŞê bikin, herwiha jibo azadkirina ew dîlên ku heta niha di destê DAIŞê de mane.

 

Xwepêşandan dê bi dana yad tiştekî jibo parlemena Polonya bidawîbibe, jibo pesend kirina yasayekê ku komkujiya Kurdên Êzidî bi cînosayid, hewriha zêdekirina alîkariyên Polonya jibo Pêşmerge û Herêma Kurdistanê herwiha danheva alîkariyan jibo derdora du milyon penaberên ku niha li Herêma Kurdistanê dimînin.