Pirseya siyasetzanê kurd Servet Dişçî birêveçû Pirseya siyasetzanê kurd Servet Dişçî birêveçû
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Pirseya siyasetzanê kurd Servet Dişçî birêveçû

Roja 25 Hizêranê di salona mala Dêrsim a Berlînê, saziya KOMKAR ji bo endamê xwe Siyasetmedarê Kurd Servet Dişçi ku di 2 Hizêranê de ji ber nexweşîyê wefat kiribû, civîneke yadkirinê pêk anî.

Armanc Agîd Nêrweyî - Berlîn

BasNews- Roja 25 Hizêranê di salona mala Dêrsim a Berlînê, saziya KOMKAR ji bo endamê xwe Siyasetmedarê Kurd Servet Dişçi ku di 2 Hizêranê de ji ber nexweşîyê wefat kiribû, civîneke yadkirinê pêk anî.

 

Di kombûna tazîyê de malbata rehmetî, rêvebir û xebatkarên KOMKARê û mêvanên ku ji bo sersaxîyê amadebûn, hejmareke nûnerên partiyên Kurdistanî bîranînên xwe yên li ser Servet Dişçi anîn ziman, behsa welatparêzî û kesayetiya wî kirin û hestên xwe yên xemgînîyê bi haziran re parvekirin.

 

Herwisa sernavê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Ewropa Fewzî Asad peyvek xemgînî pêşkêşkir, tê de behsa cwamêrî û dilsoziya rehmetî Servet kir, da zanîn jî ku ew hevalekî nêzîkî wan bû ye, bi wan re ji bo doza rewaya gelê xwe xizmeteke mezin û xebateke hêja kiriye.

 

Hin peyvên din jî ji aliyê beşdarvanan ve hatin xwendin, dawiyê peyva malbatê jî cî girt, birayê wî sernavê malbata xwe spasiya hemû beşdarvanan û hemû wan kesayetî, part û aliyên Kurdistanî kir ku beşdarî xema wan da kirîn.

 

Hêjayî gotinê ye Servet Daşçî yek ji damezrênerên saziya Komkarê bû, demeke dirêj li Ewropayê jiyaye, dema li welat bû tevî rêkxistinên kurdî bû ye bi salan xizmeta gel kiriye.