Vegera penaxazan ji Elmanya bo Kurdistanê berdewam e Vegera penaxazan ji Elmanya bo Kurdistanê berdewam e
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Vegera penaxazan ji Elmanya bo Kurdistanê berdewam e

Ji sedemên ku rewşa  penaberan nexweşe û layenê hikûmî nikare li wan xwedî derkeve penaber Elmanya bicih dihêlin û vedigerin Kurdistanê.

Armanc Agîd Nêrweyî - Berlîn

BasNews- Ji sedemên ku rewşa  penaberan nexweşe û layenê hikûmî nikare li wan xwedî derkeve penaber Elmanya bicih dihêlin û vedigerin Kurdistanê.

 

Îro 24 Sibatê bi rêya balefirgeha Tegel bo Hewlêrê 78 penaberên din vegeriyan, hin ji penaberên vegeriyayîn ji BasNews re dan zanîn ku hikûmeta Elmanya rewşa penaberan xweş nakin, alîkarî û xizmetguzariyan pêşkêşî wan nake.

 

Herwisa didin diyarkirin ku rewşa wan li Kurdistanê ne xirabû, belku jibo jiyaneke baştir ber bi Erûpa ve hatibûn, lê ew weke xewin û xeyalekî bû bo wan.

 

Rêvebirê Nivîsîngeha Hêlên Esmanî ya Iraqê Hemîd Mecîd ji BasNews re da diyar kirin ku ew weke nûnertiya Hêlên asimanî yên Îraqî li Berlîn bi hevkarî ligel Balyozxaneya Iraqê û rêxistina IOM heftiyane hejmareke ji  penaberan bi rêyên balefirên wan ji Berlîn vedigerînin Hewlêrê.

 

Hêjayî gotine ye bi sedan hezar penaxwaz ji sertaserî cîhanê tên welatên Ewrûpî bihtir jî tên Elmanya, ji sedema hebuna hejmareke yekcar zêde a penaxwazan, hikûmeta Elmanya daxwaza alîkariyê ji UN û Yekêtiya Ewropayê kiriye ew bi serê xwe nikare li wan xwedî derbikeve.