SOHR: Li Cerablusê 4 kes hatin kuştin, 24 jî birîndar bûn
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NEWS OPINION REPORTS INTERVIEWS ECONOMY MULTIMEDIA LIFESTYLE CULTURE & ARTS
×

SOHR: Li Cerablusê 4 kes hatin kuştin, 24 jî birîndar bûn

BasNews- SOHRê diyar kir ku li dijî cihê paqijkirina petrolê ya gundewarê Carablusê êrişa bi moşekan pêk hat, di encamê de4 kes hatin kuştin û 24 kesên din jî birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) eşkere kir ku cihên safîkirina petrolê yên li gundên Terhîn û Hemran ên Cerablusê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de hatine hedefkirin.

Herwiha SOHRê da zanîn êriş bi moşekên Ard-Ard ji baregrhên Rûsya û hêzên girêdayî hikumeta Şamê li Helebê pêk hat û di encamê de 4 kes hatin kuştin û 24 jî birîndar bûn. Di nav de rewşên giran hene.