Herman Xalîd
BasNews – Parlamenterekî Iraqê behsa xirabûna rewşa Iraqê dike û radigehîne, rewşa Iraqê berbi xirabtirbûnê ve diçe.
Endamê kutleya Sadîqun li Parlamentoya Iraqê Samir Zubyan di beyanameyekî de ragehand, serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ew mafê wî tine civînên parlamentoyê asteng bike.
Samir Zubyan dibêje, Iraq rastî krîzeke giran a aborî û darayî hatiye û pêwîste sîstema çavdêriya parlamentoyê li ser hikûmetê bê çalak kirin.
Samir Zubyan got, rewşa Iraqê berbi xirabtirbûnê diçe û nabe bi bahaneya vîrusa korona parlamento civînên xwe pêkneyne û astengî bo civînan bê kirin.